Ji Platforma Zimanê Kurdî bo partiyan: Ziman û nasnameya Kurdî xeta sor e

Amed (Rûdaw) – Platforma Zimanê Kurdî, berî hilbijartinên Tirkiyê yên di 14ê Gulanê de bang li partiyan kir û daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û astengiyên li pêşiya wê bên rakirin.

Platforma Zimanê Kurdî ya ku ji aliyê partiyên Kurdî ve hatiye avakirin û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de ye, îro Pêncşemê di civîna çapemeniyê ya berî hilbijartinê de ku li Cemiyeta Rojnamegeran a li Amedê pêk hat de daxwazên xwe dubare kirin.

Di civîna ku nûnerên partiyan jî amade bûn de, daxuyanî ji aliyê Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin.

Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ew ji sala 2018an û vir ve ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî dixebitin û xwest ku astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin.

Cizîrî destnîşan kir ku ew li dijî xebatên hilbijartinê yên ku ziman û nasnameya Kurdî tune dihesibînin û asîmîlasyonê diparêzin in û got, “Ji bo me ziman û nasnameya Kurdî xeta sor e.”

Cizîrî anî ziman, “Em weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin zimanê Kurdî bi destûra bingehîn bê parastin” û pêşniyarên xwe ragihand.

Şerefxan Cizîrî got, “Zimanê Kurdî ji baxçeyên zarokan, ji dibistanên seretayî, navendî bigirin û heta zanîngehan divê bibe zimanê perwerdehîyê. Zimanê Kurdî divê bibê zimanê jîyan û bazarê, bibe zimanê xizmeta fermî û pêkvejîyanê. Hemû asteng û rêbazên asimîlasyonê ku li himberi ziman û kultura Kurdî hene, divê werin betal kirin. Diwarên ku li himberî zimanê Kurdî hatine hûnandin, divê werin hilweşandin. Dîsa divê hemû navên ku li gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê hene bibin bi Kurdî. Divê personelên ku li saziyên fermî û şaredarîyên Bakurê Kurdistanê kar bikin zanibin Kurdî bixwînin, binivîsînin û biaxivin. Dîsa, divê xutbe li camîyên welatê me bi Kurdî werin gotin. Ji bona hêsanîkirina hemû wan xwestekan divê Sazîya Zimanê Kurdî fermî were damezrandin û jê re budçe jî were veqetandin.”

Cizîrî ji partiyan ji bo daxwazên xwe piştgirî xwest û got, “Di hilbijartina li welatê me de divê namzetên parlamento û şaredarîyan bi Kurdî zanibin. Di her qada jîyanê de divê zimanê Kurdî dîtbar bibe. Zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) divê bibê pîvaneke hevbeş ji bona hemû namzetên ku wê li welatê me beşdarî hilbijartinan bibin.”

Cizîrî daxuyanî bi van gotinan temam kir, “Di xebatên hilbijartînê de divê zimanê Kurdî di hemû cûre çalakîyan de baş dîtbar bibe. Em dixwazin ku hemû namzetên Kurdan bi Kurdî biaxivin, gotûbêjan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin, bi Kurdî sloganan biqîrin û bi hevre bibêjin; “Bê ziman jîyan nabe, jîyan jî bi Kurdî xweş e”!”