Henna: Encûmena Leşkerî ya Siryanî bersiva hêzên Tirkiyê dide

06-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Siryanî ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokatîk (HSD) bersiva êrîşên hêzên Tirkiyê dide.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Siryanî, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Matayî Henna, ragihand ku, careke din artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrîşên xwe li dijî herdu bajarokên Zirgan û Til Temir zêde kirine.

Matayî Henna ragihand ku êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar derfetê didin şaneyên veşartî yên DAIŞê ku çalak bibin û kar li ser têkdana aramiya navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Herwiha got, em dewleta Tirkiyê, di ber wan binpêkirinan de berpirs dibînin û em xemsariyê di berevaniya di ber xaka xwe de nakin.

Henna eşkere kir ku, "Encûmena Leşkerî ya Siryanî li jêr ala Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê kar dike û ji mafê me wan ê rewa ye bi heman awayî bersiva binpêkariyên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bidin."

Roja 3yê vê meha Nîsanê, droneke Tirkiyê otomobîleke Fermandariya Giştî ya Encûmena Leşkerî ya Siryanî, li bajarokê Til Temir kire armanc, û di encamê de yek ji fermandeyên wê encûmenê (Orum Marogê) û kesekî din birîndar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst