Girtina deriyê Tebqayê li Rojava bûye sedema bihabûna nirxê kel û pelan

06-04-2021
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Tebq Rejîma Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiyê Deriyê Tebqayê ya rejîma Sûriyê biryara girtina derî da ku dikeve navbera navçeyên Rêveberiya Xweser û Rêjîmê, ev jî bû sedema nerazîbûna bazirganan bi taybetî bazirganên fêkî û şînkayî.

Hinek bazirgan dibêjin, ji 21ê Adara îsal ve ji ber biryara girtina derî zerar gehiştiye piranya bazirgan û xelkên deverê ku bûye sedema bihabûna nirxê hemû kelûpelan.

Hikûmeta Sûriyê ji 21ê Adarê ve gelek alozî derxistin holê û hersê deriyên sereke (Reqa, Minbic û Tebqa) ku navçeyên Rêveberiya Xweser bi deverên rêjîma Sûriyê ve girê dide girtin.

Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdû ragihand ku armanca hikûmeta Sûriyê ji vê biryarê, ew e bazirganan neçar bike baca zêdetir bidin daku bi wê bacê jî dahata hêzên xwe yên leşkerî zêde bike.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Fermî yê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ragihand ku sedema girtina wan deriyan, nakokiyên siyasî yên navbera Rûsya û Îranê ne li ser dahat û awayê birêvebirina deriyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst