Li bajarekî Bakur 2 gund û 3 mezra hatin kerentînkirin

06-04-2020
RÛDAW
Nîşan Sêrt Bakurê Kurdistanê Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sêrtê 2 gund û 3  mezra ji ber koronayê hatin kerentînkirin.

Gundên Paye û Urun û mezrayên Kayali, Bindal û Ankebir ên ser bi navçeya Xizxêr a Sêrtê ve li Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya tedbîrên rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê de, hatin kerentînkirin.

Parêzgariya Sêrtê, ragihand ku biryar hatiye dayîn bo maweyê 14 rojan hatinûçûna di navber û nava wan gund û mezrayan de, bê rawestandin ji bo ku rê li ber belavbûna şewba koronayê bê girtin.

Her di daxuyaniya parêzgariya Sêrtê de hatiye tekezkirin, di serî de tendirustî, hemû pêdawîstiyên hemwelatiyên li wan gund û mezrayan dê bên dabînkirin.

Berî niha gundê Ganet ê ser bi navçeya Xizxêr û gundê Çal ê ser bi navenda Sêrtê ve hatibûn kerentînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst