QAMIŞLO - Taxa Cûmayê ji ber gemarê gihîşte asta metirsîdar

Qamişlo (Rûdaw) – Di demekê de ku hemû kes ji ber virûsa koronayê, guh dide paqijiyê, lê li nav kolanên Taxa Cûmayê ya bajarê Qamişloyê,  golên avê, pezê mirarbûyî, dîmenên bi dehan segan têne dîtin.

Cûmayê taxeke bajarê Qamişlo ye, lê taxeke piştguhkirî ye, hatiye îhmalkirin. Gol û çemên rêx û zibil û gilêşa pez û çêlekan bihara taxa Cûmayê ne hiştye. Ajelên mirarbûyî di kolanên taxê de pir in. Seg jî ji xwarina goştê zêde bitir bûye.

Xelkê taxê dibêjin ku ji ber gemarê berî her kesî ew dê bi nexweşiya vîrusa koronayê bikevin/

Welatiyê bi navê Yûsif Îsa dibêje: “Em nikarin ji bêhnê pencereyên xwe vekin. Heta ku em qedahek çay vedixwin sê meş dikevi nav çaya me de. Em dixwazin paqijiya taxa me bikin.”

Welatiyê bi navê Ebdulqadir Cûma jî dibêje: “"Behesa Korona dikin,  ev rewş ji koronayê xirabtir e. Em dixwazin vê gemara li vê derê paqij bikin. Em dixwazin ji vê rewşê xilas bibin. Gelek pez li vê derê mirar dibin, lewma li van deran tejî seg bûne.”

Xelkê di nav girên rêxê de diçin û tên, bêhna pez jê difûre ji ber nêzîkî 300 govên pez di vê taxê de hene.

Rêveberiya Xweser çend sal in sozan dide xelkên taxê yên gelek cara gazinên xwe gihandinê, lê heta niha ti guhertin nekiriye.

Rêveberiya Komîtiya Ekolojîk li  Kantona Qamişloyê Tariq Mihemed jî dibêje: “Piştî ku rewşa koronayê bi dawî bibe, em dê dîsa tîmên xwe amade bikin daku pirsgirêk werew çareserkirin.”

Taxa Cûma yek ji taxên herî kevn e li Qamişlo û halê hazir bûye taxa destpêka  bajêr ji aliyê rojhilat ve, nêzîkî 10 hezar kes lê dijîn.