Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê, Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a  Êlihê , zimanzan, lêkolîner, nivîskar û wergêrê Kurd Zana Farqînî ji kar derxist.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a  Êlihê, piştî zimanê Kurdî ji malpera şaredariyê, niha jî, zimanzan, Zana Farqînî ji kar derxist.

Zana Farqînî da zanîn ku  ew 3yê Nîsanê di dema betlanaya îdarî de hate agahdarkirin ku ji karê xwe yê li Şaredariya Bajarê Mezin a  Êlihê hate derxistin û derxistina xwe ya ji kar wek helwestek li dijî ziman, çand û hunera Kurdî pênase kir û got: “Ev yek nîşan dide ku  dê êdî di şaredariyê de bi ziman û çanda Kurdî ve eleqedar nebin.”

Zimanzanê Kurd herwiha diyar kir ku wî xebatek berfireh ji ziman û çanda Kurdî danîbûn pêşiya xwe û çend projeyên wî hebûn weke amadekirina Ferhenga Kurdî û ji bo zarok û folklora Kurdî bixebitin.

Zana Farqînî herwiha eşkere kir ku 2 kesên din ligel wî ji kar hatine derxistin.

Pêştir Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a  Êlihê, zimanê Kurdî ji malpera şaredariyê rakiribû, lê piştî bertekên xelkê, zimanê Kurdî careke din li malpera şaredariyê zêde kiribû.

Zana Farqînî yek ji sereketirîn fedakar û têkoşerê kurdî ye ku hemû temen û jiyana xwe di ber ziman de feda kiriye. Ferhenga herî mezin a Kurdî amade kiriye, birek xebatên li ser zimên kirine û li ser lêkolîn û xebatên din berdewam e.