Elî Bapîr: Me negotiye em beşdarî hikûmetê nabin

06-04-2019
RÛDAW
Elî Bapîr dibêje tevlîbûna wan di hikûmetê de girêdayî çend mijaran e
Elî Bapîr dibêje tevlîbûna wan di hikûmetê de girêdayî çend mijaran e
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Bapîr Komel YNK Goran PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emîrê Komela Îslamî da xuyakirin wan negotiye ku ew tevlî hikûmetê nabin, lê tevlîbûna wan girêdayî helwêsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye. 

 

Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re pêvajoua avakirina kabineya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxand û ragihand ku ew hêvî dikin PDK bi germî silavê bike û ew jî dê bi germî bersivê bidin.

 

Elî Bapîr diyar kir ku eger ew bo beşdarkirina hikûmete hatin vexwendin, dê li ser mijar, bişêwirin û got: “Birayên me yên PDKê çend caran serdana me kirin, lê ew serdan ne ji bo avakirina hikûmetê bûn. Eger ji bo avakirina hikûmetê PDK bi germî silav bike û me jî dê bi germî bersivê bidin.”

 

Bapîr da xuyakirin ku tevlîbûna wan di hikûmetê de girêdayî çend mijaran e weke bernameya hikûmetê û hebûna nerîna Komelê di nava hikûmetê de û ragihand eger ew tevlî hikûmetê bin yan jî ne ew dixwazin parlamen û hikûmeteke baş hebe. 


Di berdewamiya axaftina xwe de Bapîr got: “Mixabin xebatên avakirina hikûmetê dereng ketin, pêwîst bû hikûmet zûtit were avakirin. Heta niha PDK û YNKê rêveberiya welat dikir. Ew berpirsiyar in, lê gelê me gelek ji vê yekê dilagiran bûye.”

 

Derbarê rêkeftinên navbera PDK, Goran û YNKê de Elî Bapîr ragihand rêkeftina PDK û Goranê eşkere ye, lê naveroka rêkeftina PDK û YNK nezalal e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst