Lijneya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo otospiyê li Edenê ye

Navenda Nûçeyan - Otopsiya 3 cinazeyên xelkê Sûrî yên ku di êrîşa Îdlîbê de canê xwe ji dest dabûn bi beşdarbûna Lijneyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hat kirin. 


Otopsiyê nêzî 3 seata dewam kir. Di otopsiyê de ji bilî lijneya nûnerên WHOyê, dozgerê komarê, pisporên Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê û rayedarên rêveberiya tenduristiyê ya bajêr jî beşdarî bûn. 


Hat ragihandin otopsî kişandine kamerayê û nûnerên WHO jî ji cinazeyan hin nimûne stendine.


Piştî otopsiyê tu daxuyanî nehat dayîn. 


Weke tê zanîn li bajarokê Xan Şêxûn a bi ser Îdlîbê, di encama êrişeke bi çekên kimyawî de li gorî amaran bi giştî 104 kes ku piraniya wan zarok û jin canê xwe ji dest dane û 463 kes jî birîndar bûne.

 

Hinek birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Tikiyê hatine veguhestin.