Li Sûrê bi hezaran dikan ji nû ve têne dîzaynkirin

06-04-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyê, bi hezaran dikanên li navçeya Sûrê ya Amedê ji nû ve dîzayn dike û bi rengekî otantîk hewl dide teşeya van dikanan veguhêze rengê turîzmê.

 

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyê piştî rawestandina şer û pevçûnên li navçeya Sûrê ya Amedê, dest bi nûjenkirina dikanan kir.

 

Wezaret dixwaze bi hezaran dikanên li Sûrê bi rengê herêmeke geşt û gûzariyê ji nû ve dîzayn bike. Piraniya dikandaran ji ber vê xebatê kêfxweş in lê dixwazin ev xebat zû biqede.

 

Heta niha bi sedan dikanên li ser Kolana Gaziyê ya Sûrê hatin nûjenkirin û nûjenkirina dikanên din jî berdewam dike. Yek ji kesên ku 60 sal in li Sûrê dikandarî dike Alî Heyder dibêje ew ji nûjenkirina dikanan kêfxweş in û ew dixwazin ev xebat heta dawiyê berdewam dike.

 

Dikandarê Sûrê Alî Haydar ji Rûdawê re wiha got: “Ev sûk pir paqij bû. Ji bo Amedê gelek baş bû. Ji bo turîzmê û ji bo vê derê xebatekî baş bû. Ev sûka Melîk Ehmed û sûkên din ku wiha bên nûjenkirin, hem di hêla aboriyê de û hem jî di hêla reng û rûyê Sûrê de gelek xweşik dibe.”

 

Nûjenkirina dikanên li Sûrê bi dilê gelek dikandaran e. Lê ew dixwazin xebata nûjenkirinê zû biqede. Lewre heta ku ev xebat bidome, gelek dikan ji ber karên ku karker dikin girtî dimînin.

 

Dikandarê Sûrê Yilmaz Eraslan jî got: “Bi rastî gelek xweşik çêkirine. Em çawa hez nekin? Bawer im 2 hezar dikan hene û çêdikin. Van kolanên din jî çêdikin. Hema hema cihekî ku li Sûrê neyê çêkirin namîne.”

 

Dikandarekî din ê Sûrê: “Ez dixwazim vê kolana me jî rast bikin. Bila van keviran rakin û tiştekî xweşik çêbikin.

 

Dikander Heqî  Îpek jî wiha axivî: “Em dixwazin zû çêbikin, hinekî bilezînin. Dikandar naaxivin lê em perîşan bûn. Em bi ku de biçin?”

           

Li navçeya Sûrê ya Amedê di nava 3 salên dawiyê de ji ber şer û pevçûnan bi dehan dikan xisareke mezin dîtibûn û bi hezaran dikandar jî ji ber qedexeya derketina derve 6 mehan nekarîbûn dikanên xwe vekin. Ji bo ku krîger û turîst biherikin Sûrê, ew dixwazin piştî xebata nûjenkirinê, aramî jî serdest bibe.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst