Li Şingalê navendek leşkerî hat vekirin – Qayîmeqamê Şingalê: Komplo ye!

 

Şingal (Rûdaw) – Hêza Parastina Êzîdxanê li bajarê Şingalê navendeke leşkerî vekir. Qayîmeqamê Şingalê jî dibêje, vekirina wê navenda leşkerî, ne qanûnî ye.

 

Hêza Parastina Êzîdxanê, ku ji şervanên kurd ên êzîdî pêk hatiye, îro li Şingalê ji xwe re navendeke leşkerî vekir.

 

Fermandeyê wê hêzê Heyder Şeşo li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, vekirina navendeke wisa mafekî normal û qanûnî yê me ye. Ji bo vekirina wê navendê me ji ti kesî destûr nestandiye. Heta min ji partiya xwe YNKê re jî negotiye. Çimkî erka herî girîng a min xizmetkirina êzîdiyan e.

 

Heyder Şeşo diyar kir ku ew hêzek iraqî ne û got, mafê me heye em daxwaza alîkariyê ji hikûmeta Iraqê bikin. Mixabin zêdetirî salekê bû em li benda alîkariya Wezareta Pêşmere bûn lê heta niha ti tiştek nedane me.

 

Qayîmeqamê Şingalê, Mehma Xelîl jî ku endamê PDKê e, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ew girêdayî Heşda Şeibî (milîsên şîe yên Iraqê) ne. Vekirina wê navenda leşker jî komplo ye û karekî ne qanûnî ye.

 

Hêza Parastina Êzîdxanê, sala 2014 piştî ku DAIŞê devera Şingalê girt, hat avakirin. Tê gotin ku hejmara şervanên wê hêzê, 3 hezar e.