Bêrîvan a ji Almanya hat berdan

06-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bêrîvan Al-Zin a 32 salî ku hemwelatiya Almanyayê ye, ji 22ê Adarê ve li Başûrê Kurdistanê hatibû desteserkirin îro hat bedan.

Berîvan Al-Zin a hevkara Parlamenterê Partiya Çepa Almanyayê Martin Dolzer ji girtigeha jinan a Hewlêrê hat berdan.

Li gor daxuyaniya Partiya Çepa Almanyayê Bêrîvan ji bo lêkolînan Rojavayê Kurdistanê û di dema derbasbûna Başûrê Kurdistanê de hatibû binçavkirin.

Her li gor Partiya Çep, Bêrîvan Al-Zin bi tometa biqaçaxî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye hatibû gertin.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê ji Rûdawê diyar kir ku Bêrîvan Al-Zin ji Almanyayê bi balafirê çûye Silêmaniyê û piştre ligel çend kesan bi awayekî qaçaxî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û piştre jî dîsa bi awayekê qaçaxî hewldane derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û ji ber ku wan yasayên Herêma Kurdistanê binpê kiribûn ew hatibûn desteserkirin.

Hewiha Rêveberiya Asayişa Hewlêrê da zanîn, dema ku Bêrîvan Al-Zin ligel çar kesên pê re hatiye girtin, wan konsolxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê ji wê yekê agahdarkirine û piştre rayedarên konsulxaneyê li girtîgehê serdanê Bêrîvanê kirine.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê destnîşan kir ku Bêrîvan Al-Zin û 4 kesên pê re îro serbest hatine berdan.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst