Di serkirdatiya PDK-S de 31 kes endamên el-Partî bûn

06-04-2014
Rengîn Şero
Rengîn Şero
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hilbijartina encûmena serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ku ji 51 kesan pêk tê bi dawî hat û piraniya endaman ji el-Partî bûn.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh veqetandina dengên 643 endamên kongreya damezirandina PDK-S ku nêzîkî 30 saetan domand, bi dawî hatin û di encam de ji koma 191 namzedan 30 endam hatin hilbijartin.

Roja înê jî, 21 endamên encûmena serkirdatya PDK-S ku wek “kutleya damin” hatine binavkirin, hatin hilbijartin. Bi vê yekê jî her 51 endam diyarbûn û 10 endamên wan ên yedek jî hene.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên hilbijartina 30 endaman wiha bûn:

  1. Saîd Omer (el-Partî) 278 deng
  1. Ebdilhekîm Beşar (el-Partî) 276 deng

  2. Lezgîn Fexrî (el-Partî) 266 deng

  3. Hoşeng Mistefa (el-Partî) 252 deng

  4. Nafih Beyro (el-Partî) 228 deng

  5. Besê Ebdê (el-Partî) 226 deng

  6. Ferhad Şahîn (el-Partî) 219 deng

  7. Mehmûd Erebû/Kawa Azîzî (Azadî-Mistefa Cuma) 217 deng

  8. Diya Ciwan (el-Partî) 206 deng

  9. Feysel Neiso (el-Partî) 198 deng

  10. Serhan Hesen (el-Partî) 190 deng

  11. Dilovan Mihemed (el-Partî) 189 deng

  12. Heyam Ebdilrehman (el-Partî) 184 deng

  13. Salih Cemîl (el-Partî) 182 deng

  14. Ehmed Melek (el-Partî) 177 deng

  15. Ebdiletîf (el-Partî) 173 deng

  16. Perîxan (el-Partî) 170 deng

  17. Hacî Kalo (el-Partî) 169 deng

  18. Ebdilrehman Apo (Azadî-Mistefa Cuma) 169 deng

  19. Mistefa Meimo (el-Partî) 163 deng

  20. Nafih Ebdillah (el-Partî) 160 deng

  21. Ebdilkerîm Mîranî (Azadî-Mistefa Oso) 155 deng

  22. Ebdilrehman Ebtan (Azadî-Mistefa Cuma) 154 deng

  23. Hesen Remzî (el-Partî) 153 deng

  24. Luqman Oso (Azadî-Mistefa Oso) 151 deng

  25. Mihemed Şêrîn (el-Partî) 151 deng

  26. Hisên Elî Silêman (el-Partî) 146 deng

  27. Ebdilrehman Qasim (Azadî-Mistefa Oso) 141 deng

  28. Omer Koçerî (Azadî-Mistefa Oso) 141 deng

  29. Nûrî Birîmo (el-Partî) 140 deng

Herwiha 10 kes wek endamên yedek ên encûmena serkirdatiya PDK-S hatin hilbijartn û ew jî:

Ebdî Remedan (el-Partî), Elî Îbahîm (el-Partî), Sebrî Resûl (el-Partî), Ebdilrehîm Saîd (Yekîtiya Kurdistanê), Mehabad Silêman (el-Partî), Şemdîn Nebî (Yekîtiya Kurdistanê), Fewaz Mehmûd (Azadî-Mistefa Cuma), Necah Efendî (Azadî-Mistefa Cuma), Merîm Şêxo (el-Partî) û Eliya Remo (el-Partî).

Li gor van encaman û encamên kutleya damin, 31 endamên el-Partî, 9 endamên Partiya Azadî ya Mistefa Oso, 8 endamên baskê din ê Azadî û 3 endamên Partiya Yekîtiya Kudistanê bûn endamên serkirdatiya PDK-S, lê ji koma her 51 endaman bi tenê 3 kes ji herêma Efrînê ya Rjavayê Kurdistanê ne.

Biryar e di 2 rojên bê de her 51 endamên serkirdatiya PDK-S li bajarê Hewlêrê bicivin û di destpêkê de sekreterekî û 17 endaman ji bo polîtbîroyê hilbijêrin.

Li gor ku endamên kongreyê ji Rûdawê re gotine, piraniya endaman israr dikin ku divê sekreterê PDK-S li Rojavayê Kurdistanê bimîne, lê belê heta niha nediyar e bê ev merc dê were bicîkirin an jî dê wek sekreterên her çar partiyên ku bûne yek bin ku hinek li Başûrê Kudistanê û hinek jî li Ewropayê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst