Hewlêr (Rûdaw) – Kuştina zanayekî îslamî yê esil kurd li Sûriyê karvedanên cuda li dû xwe anîn. Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê kuştina wî şermezar dike û dibêje: “Nabe xelk li ser bîr û baweriyên cuda bên kuştin.”
Dr. Mihemed Seîd Remezan Botanî, roja 21.03.2013 li mizgefta Îman li bajarê Şamê hat kuştin. Dr. Mihemed 84 salî bû, li Cizîra Botan li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, dû re paşnavê xwe guhert û kir Botî.
Kuştina Dr. Mihemed di teqîneke xwekujî de bû, ku rêjîma Beşar Esed û dijberî hevdu bi wê teqînê tawanbar dikin. Guman li ser şêwaza teqînê tê kirin. Televizyona Sûriyê wêneyên zêde yên cangoriyan nîşan neda, mizgeft jî kêmtir şûnwarên teqînê li ser diyar bû. Tew glopên mizgeftê jî nehatine şikestin. Her di wê bûyerê de 42 kes hatin kuştin û 84 kes jî birîndar bûn. Termê Botî nêzîkî gora Selahedînê Eyûbî hat veşartin.
Piştî kuştina Dr. Mihemed Botî Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de “terorkirina” Botî şermezar kir û ragihand: “Kuştina Dr. Mihemed Botî di mizgeftê de û di dema dersgotinê de li gel hejmareke zêde ya şagirt û welatiyan, hovanetirîn şêwaza kuştinê bû. Ev kar cihê bêzariyeke mezin e. Ti hêncet rê nade karekî wiha, ku rêza ol, temen, zanîn û mizgeftê neyê girtin û ew zana bê terorkirin.”
Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê mela Abdullah Seîd ji Rûdawê re got, Botî li seranserê cîhana Îslamî naskirî bû, melayên kurd bi nêrînên wî şaş diman, çiku ew “Kesekî nerm û şahîk bû, nêrîna yê li hember xwe qebûl dikir. Em bi kuştina Botî dilgiran in.”
Piştî kuştina Dr. Mihemed Botî, serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Yûsiv Qerzawî hat tawanbarkirin ku xelk germ kiriye ji bo kuştina Botî, lê Qerzawî ev yek red kir û got: “Rast e nêrînên me cihê bûn, lê qet min xelk gur nekiriye li ser kuştina Botî, kuştina wî şermezar jî dikim.”
Diktoraya Botî di zanînên Îslamê de hebû, dora 50 kitêbên wî yên çapkirî hene, beşek ji wan kitêban gihiştine destê melayên Kurdistanê û hinek ji wan bûne bernameyên xwendinê li peymangehên Îslamî yên Kurdistanê. Botî yekem kes bû ku Mem û Zîn a Ehmedê Xanî kir erebî.
Melayê mizgefta Xalind li Hewlêrê mela Mihemed Êneyî, bi kuştina Botî dilgiran e û dibêje: “Şehîdkirina zana û hizrmendên kurd û Îslamî me pirr dilgiran dike. Botî qet alîgiriya sitem û zordariyê nekiriye. Bawer dikim ew li ser heq bû, tenê wî dixwest reform bên kirin.”
Botî dihat naskirin ku alîgiriya rêjîma Esed dikir. Çend fetwa derbarê berevaniya rêjîma Esed derxistin. Lava ji wan kesan kiriye ku li dijî rêjîma Beşar Esed şer dikin. Botî hevalê Hafiz Esed jî bû û bi destê xwe termê bavê Beşar şûştiye.
Mela Seîd dibêje, diyar e bi baweriya Botî di vê demê de piştevaniya rêjîma Esed bike, pirr asayî ye nêrîna xelkê berevajî ya wî be: “Bi baweriya Botî di vê qonaxê de divê piştgiriya rêjîma Esed bike, diyar e wî bingehek di şerîeta Îslamê de ji nêrîna xwe re dîtiye, çima divê ew li ser nêrîna xelkê bê kuştin? Ger Botî gunehkar jî bû, lê kesên pê re çi gunehê wan hebû? Nabe xelk li ser bîr û baweriyên cihê bên kuştin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse