Qers bûye navendeke girîng a wênegiriyê
Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Qersê mazûvaniya hejmarek wênegirên ji çend welatan û bajarên Tirkiyeyê çûne dike.
Wênegirên li cihên dîrokî û geştyariyê geriyan li Navenda Çandê ya Kafkasan jî sema gerand.
Mamosteyê wênegiriyê Hulkî Muradî anî ziman:
“7-8 sal in ez wênegiran li deverên girîng ên Tirkiyeyê digerînim. Ez li wan cihan perwerdeya wênegiriyê didim.
Di heman demê de em diçin bajarên Tirkiyeyê yên bedew û dîrokî.”
Wênegir çûn cihên dîrokî û geştyariyê yên wekî Anî Oren a ku sala 2016an ket nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCOyê, Gola Çildir, pêşangeha penîr, navendên çandê û xetên rêyên hesinî yên Ekspresa Rojhilat û Ekspresa Rojhilat a Geştyariyê.
Wênegir Şerîf Ozegeyê jî got:
“25 salan ez wekî pispora komputerê xebitîm. Niha wekî hobî ez û hevjînê xwe em wênegiriyê dikin. Hevjînê min wênegirekî baş e û mamosteyê min e.”
Wêneyên ku ji aliyê wênegiran ve hatin girtin dê beşdarî pêşangeh û pêşbirkên cîhanî bibin.
Herwiha dê li ser torên civakî bên belavkirin û dibe ku hinek ji wan bibin xwediyê xelatan jî.