Li Rihayê qeza: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê minîbûs û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku şofêrê wê Yunus Emre Erikê 23 salî bû li ser ser rêya Siwêregê li otomobîla ku şofêrê wê Îbrahîm Bîlgîçê 32 salî bû da.

Di qezayê de otomobîl wergeriya û Îrfan Çay (27), Ozlem Çay (28) û Hebûnsu Çay (1) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.