Mustafa Karasu li ser Îmrali û hilbijartinan axivî

06-03-2024
Nîşan Mustafa Karasu Îmrali Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu li ser hilbijartinên xwecihî û Girtîgeha Îmraliyê axivî.

Karasu beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haberê bû û got, “Êdî dem hatiye ku deriyên Îmraliyê bên parçekirin.”

“Sîstema Îmraliyê bi zorê li ser pêyan dimîne”

Mustafa Karasu da zanîn ku li ser Abdullah Ocalan tecrîd heye û pê de çû:

“3 sal in tecrîd heye, 3 sal in hevdîtin bi parêzeran û malbatê re nayê kirin lê vê rewşê asayî dibînin. Nerazîbûneke bi tenê, helwestekê nîşan nadin.

Ji ber vê yekê divê li hemberî vê rewşê têkoşîn bê meşandin. Heta ku tênekoşin, teşhîr nekin û bi ser de neçin em dê nikaribin vê rewşa sîstema Îmraliyê bişikînin.

Yanî divê CPT bi vî rengî bê rexnekirin û teşhîrkirin. Divê mirov zêde jê hêviyan nekin.

Bi ser Konseya Ewropayê ve ye û bi vî rengî dixebite. Hewl dide xwe wekî saziyeke hiqûqî nîşan bide lê belê yekser bi siyasetê ve girêdayî ye.

Di çarçoveya fermana siyasetê de tevdigere. Ji ber vê jî divê CPT bi rastî jî bê teşhîrkirin.

Niha dem hatiye ku deriyên Îmraliyê bên parçekirin. Ew derî dikarin bên şikandin, dikarin bên parçekirin.

Rewabûna xwe nemaye. Tiştekî ku rewabûna xwe nemabe nikare li ser pêyan bisekine.

Rastî bi vî rengî ye. Di asta siyasî de jî bi vî rengî ye, di asta civakî û çandî de jî bi vî rengî ye.

Her tiştê ku rewabûna xwe name be neçar e ji hev belav bibe.

Komplo niha rastiyeke welê ye ku rewabûna xwe nemaye.

Sîstema Îmraliyê bi zorê li ser pêyan dimîne. Di wijdanê mirovahiyê de mehkûm bûye, gelê Kurd qebûl nake.”

“Hilbijartinên xwecihî ji bo Kurdan pir pir girîng in”

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu li ser hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê jî hinek peyam dan.

Mustafa Karasu got, “Kurd hilbijartinên xwecihî girîng dibînin” û berdewam kir:

“Ji bo Kurdan hilbijartinên xwecihî ji hilbijartinên giştî hîn bêhtir girîng in. Pirsgirêka azadiyê ya Kurdan heye.

Pirsgirêka xwebirêvebirinê heye. Pirsgirêka xwedîderketina li nirxên xwe heye. Beriya her tiştî jî pirsgirêka xwedîderketina li xwe heye.

Ji ber vê yekê hilbijartinên xwecihî ji bo Kurdan pir pir girîng in. Ji ber vê yekê Kurd jî jixwe vê girîngiyê dibînin.

Li Meclîsê avakirina komê, li wir meşandina siyasetê girîng e. Ev ji xwe dibe, pêk tê lê belê ji bo Kurdan rêveberiyên xwecihî û şaredarî girîngtir in.

Yekser civak û cografya Kurdan eleqedar dikin, mirovên wan eleqedar dikin.

Cihek e ku dikare bi civaka xwe re di nava hev de siyasetê bike. Lewma rêveberiyên xwecihî girîng in.

Ji ber vê yekê desthilatdariya AKPyê di nava lîstikên mezin de ye. Va ye leşker, polîs kirine hilbijêr, zextê dike.

Dibe ku dengan li şûna hev bi kar jî bîne. Ev hemû ji xwe nîşan didin bê ev hilbijartin çiqasî girîng in.

Mêtinger, qirker jî gelekî girîng dibînin. Ji bo Kurdan jî girîng e. Lewma tişta em bibêjin ew e ku bêguman divê pêvajoya hilbijartinê ya li Kurdistanê girîng bê dîtin.

“Divê qeyûm bên têkbirin”

Dibêjin, em dê qeyûman bişînin. Bi rastî jî divê vê biryardariya xwe nîşan bidin. Divê qeyûm bên têkbirin, bêne şandin. Divê Kurd îradeya xwe nîşan bidin.

Qebûlnekirina qeyûman di heman demê de liberrabûna sîstema mêtinger qirker e.

Gelê Kurd divê bi vê zanibe û tevlî hilbijartinên xwecihî bibe. Divê qeyûm bên şandin, şaredariyên nû bênstandin.

Li Kurdistanê dewlet ji xwe di nava kar de ye. Desthilata AKP-MHPyê di nava kar de ye, ji bo hin şaredariyên li Kurdistanê bi dest bixin dixwaze zextê li civakê bike û nehêle ku Kurd siyasetê bikin.

Ji bo Kurdan cihê herî girîng ku karibin ji bo xwe siyasetê lê bikin şaredarî ne.

AKP hewl dide xefikan pêk bîne, qala pêvajoya çareseriyê dike. Mîna ku dikare pêvajoyeke nû ya çareseriyê pêk were.

Ya jî welê nebêje jî AKP bi gotina 'Pêvajoya çareseriyê hebû, ji holê hate rakirin, PKKyê ji holê rakir' hewl dide civakê bixapîne.

“Gelo kê mutabaqata Dolmabahçeyê red kir?”

Bêyî ku li ber xwe bikeve vê yekê dike. Yên ku vê dibêjin ji xwe fedî nakin. Divê bê gotin. Gelo kê mutabaqata Dolmabahçeyê red kir?

Desthilata AKPyê û dewletê red kir. Rêbertiyê hewl dida wan bixe nava pêvajoya çareseriyê. Li Dolmabahçeyê li hev hat kirin. Kê red kir? Piştî 5êê Nîsanê kê tecrîda giran li ser Rêbertîiyêferz kir?

Bêyî li ber xwe bikevin qala pêvajoya çareseriyê dikin. Wan Mutabaqata Dolmabahçeyê tune hesiband.

Jixwe piştre her tişt qediya. Mîna ku Mutabaqata Dolmabahçeyê Kurdan tune hesibandiye, mîna ku HDPyiyan ev mıtabaqat tune hesibandiye, mîna ku Rêbertiyê tune hesibandiye nîşan didin.

Rêbertiyê nêzîkahiya herî meqûl nîşan da û kir ku ew mutabaqat pêk were lê belê ew jî hat redkirin. Ji ber ku mejiyê dewleta Tirk mêtinger û qirker e.

“Tenê bi têkoşînê çareser dibe”

Bila her kes zanibe, pirsgirêka Kurd tenê bi têkoşînê çareser dibe.

Bi demokratîkbûnê pêk tê. Ne pirsgirêkek welê ye ku kesek bi tena serê xwe rabe çareser bike.

Tiştekî bi wî rengî nîne. Bêyî têkoşînê çareserî pêk nayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst