Li Rihayê 17 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê 17 kes bi hinceta “xwestine li dijî hêzên ewlehiyê çalakiyê bikin” hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê îro li Rihayê bi ser gelek malan de girtin.

Hevseroka DEM Partiyê Sirucê Nazli Bînîcî û namzedên endamtiya meclisa şaredariyê ya navçeyê jî di nav de bi giştî 17 kes hatin desteserkirin. 

Ew operasyon bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hatiye kirin.

Hêzên Rêveberiya Rûbirûbûna Terorê ya Cendirmeyan û Rêveberiya Şaxa Îstîxbaratê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê beşdarî operasyonê bûne.

Herwiha hatiye îdiakirin ku van 17 kesan xwestiye li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê çalakiyan bikin.

Hat zanîn ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn.