Rêveberiya Xweser hişyarî da: 2 mehan bi kar neyînin

06-03-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Jîngehê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber ku li parêzgeha Erzinganê kaneke zêran herifîbû û hatibû îdiakirin ku siyanur tevlî ava Çemê Feratê bûye, hişyarî da niştecihên kêleka Çemê Feratê.

Desteyê ji xelkê xwest ku heta du mehan tenê ava bîran bi kar bînin.

Li navçeya Îliçê ya Erzinganê 13ê Sibata 2023yan kanzaya zêran herifîbû û 9 kes di bin axê de mabûn.

Herwiha hatibû îdiakirin ku di encama herifîna kanzayê de madeya siyanurê tevlî ava Çemê Feratê bûye.

Li aliyê din, wêstgehên petrol û elektrîkê, jêrxan û gelek saziyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn bombebarankirin.

Di encama bombebarana wêstgehên petrolê de petrol tevlî çeman bûbû û ev yek jî metirsiyeke mezin li ser jîngeha Rojavayê Kurdistanê çêdike.

Di vê çarçoveyê de Desteya Jîngehê derbarê pirsgirêkên girêdayî jîngehê de berê xwe daye organîzekirina pêwendiyan a di navbera civakê û aliyên pêwendîdar de.

“Desteya Jîngehê pişta xwe bi 3 daîreyan ve girê dide”

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Reqayê Mihemed Nûr Îbrahîm got, “Desteya Jîngehê pişta xwe bi 3 daîreyan ve girê dide.

Ya yekem daîreya wergirtina moletan a ji bo karên kargehan e.

Ya duyem daîreya çavdêrîkirina ava Çemê Feratê û wêstgehên ava bajar û derdorê ye, ev daîre laboratuwara wê ya taybet a rêjeya pîsbûna avê û hewayê heye.

Ya sêyem jî daîreya agahdarbûn û fêrbûna di warê jîngehê de ye ji bo hemû çînên civakê û perwerdekirina kadroyan.”

Nexweşxane, navend û binkeyên tenduristiyê yên li navçeyên Rêveberiya Xweser ji xeynî çareserkirina nexweşan, xulên agahdarkirin û perwerdekirina derbarê çêbûn û belavbûna nexweşiyan de li nav welatiyan pêk tîne.

“Navenda me peyamên agahdarkirinê li xelkê belav dike”

Endamê Rêveberiya Tenduristiyê ya Minbicê Qusey Şihade anî ziman:

Navenda me bi rêya tîma perwerdekirina tenduristiyê peyamên agahdarkirinê li xelkê belav dike.

Tîma perwerdekirina tenduristiyê balê dikişîne ser nexweşiyên ku li nav xelkê peyda dibin.”

Qutkirina avê û bombebarankirina wêstgehên petrolê

Li gorî Rêveberiya Xweser û Human Rights Watchê (HRW), ji ber ku ava Santrala Elokê û Çemê Xabûrê 4 sal in ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser bajarê Hesekê hatiye birîn, bûye sedema belavbûna nexweşiyan.

Herwiha piştî bombebarana wêstegehên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve petrol tevlî ava Çemê Ceqceqê bûye.

Çemê Ceqceqê bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girê dide.

Ji ber ku petrol tevlî ava çeman bûye ziyaneke zêde daye jîngeh û zêviyên çandiniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst