Mînareya Çarling a Amedê tê restorekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê xebatên restorasyonê yên Mînareya Çarling a qedîm dest pê kir ku di erdheja 6ê Sibata 2023yan de zerer dîtibû.

Rêveberiya Giştî ya Weqfan a Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê, piştî erdhejên 6ê Sibatê li parêzgehên erdhejê ji bo avahiyên ku ji wan berpirsyar e xebata tesbîtkirina zererê da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de li Amed, Mêrdîn, Êlih û Çewlîgê li 184 avahiyan xebata tesbîtkirina zererê hat kirin.

Li gorî vê, li Amedê restorasyona Mînareya Çarling dest pê kir ku di erdhejê de bi xesareke biçûk dîtibû.

Tê pêşbînîkirin ku xebatên restorasyonê dê derdora mehekê berdewam bikin.