Li Mereşê û Hatayê dîsa erd hejiya

06-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbistan a ser bi parêzgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbû. Her wiha li navçeya Arsuz a ser bi parêzgeha Hatay a Tirkiyê jî bi hêza 4.1 pileyan erdhejek çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze berdewam in. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro Duşemê 6ê Adara 2023an di demjimêr 16:03an de bi hêza 4 pile li navçeya Elbistan a ser bi parêzgeha Mereşê erdhejek çêbûye û kurahiya wê 13 kîlometre bin erdê bûye.

Her wiha AFADê ragihand, li navçeya Arsuz a Hatayê îro Duşemê 6ê Adara 2023an di demjimêr 14:02an de bi hêza 4.1 pile erdhejeke nû çêbû û kurahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Li gor agahiyan li navçeyên derdorê jî hest bi wan erdheja hatiye kirin.

Di demekê de ku mehek di ser erdhejên Mereşa Bakurê Kurdistanê re derbas dibe ku bû sedema canjidestdana nêzîka 46 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, paşlerze heta niha jî li navçeyên cuda berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst