Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Êrişa li dijî Amedsporê bi armancên siyasî pêk hat

Hewlêr (Rûdaw) - Komxebata Tifaqa Kurdistanî ya Bakurê Kurdistanê ku ji partî û rêxistinên wek DTK, PÎA, KKP, KDP-T, PARTÎYA AZADÎ, KDP-BAKUR, DBP, DDKD û HDPê pêk tên li ser êrişa li Bursayê ya li dijî Amedsporê daxuyaniyek belav kirin.

Doh Yekşemê li parêzgeha Bursayê lîstika Bursaspor û Amesporê hebû û lîstikvan û alîgirên Bursasporê êrîşê lîstikvanên Amedsporê kiribûn û herwiha li stadyumê dirûşmên nîjadperestî hatibûn berzkirin.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî  îro 6ê Adara 2023yan derbarê vê yekê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, Êrîşa ku li Bursayê, li dijî Amedsporê pêk hat, êrîşeke ku ji aliyê hin koman ve hatibû plankirin nebû; ev êrîş bi awayeke rêxistinî û bi armancên siyasî pêk hat ku dîmenên li ser pankartan û paşxaneya wan a dîrokî jî vê yekê eşkere nîşan dide.

Di daxuyaniya xwe de Komxebata Tifaqa Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî dibêje: “Li aliyê din ev êrîş nîşan dide ku zîhniyeta qetlîamker a ku di salên 80-90î de; bi taybetî siyasetmedar, rewşenbîr-nivîskar,  karsazan û gelê Kurd hedef girtiye, hêj bi awayeke bi hêz û hovane, bi qasî ku stadyuma veguherîne qadên kaosê hebûna xwe diparêze.

Desthilatdariya ku bi salan e siyaseta xwe bi rêya aloziyê pêk tîne şirikê van bûyeran e û ev yek jî li ber çav e. Di vê serdema ku em ber bi hilbijartinên 2023an ve diçin, şika me ew e ku tişta li Bursayê qewimî li hemû welat belav bibe.”

Komxebata Tifaqa Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî  dide zanîn ku êrîşên ku bi şev li otêla ku lîstikvan Amedsporê li diman dest pê kir; li qada futbolê bi hevkariya alîgirên Bursasporê û hêzin ewlehiyê yên taybet ên futbolvanan berdewam kir.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî herwiha dibêje: “TFF ya ku di buyerên herî biçûk de biryaran digre ligel êrişên rêxistinî, faşîst û nijadperest maçê berdewam kir û ev yek jî nîşan dide ku TFF bi rêya talîmatan hewl daye ku êrîş berdewam bikin. Em vê helwesta TFFê şermezar dikin û banga îstifayê dikin.”

Partiyên navborî balê dikêşinin li ser kiryarên nijadperet ên salên 90î jî û dibêjin: “Divê were zanîn ku; me çawa di salên 90î li hemberî êrîş û polîtîkayên nijadperestî serî netewand û teslîm nebûn, ji îro pê ve jî serî natewînin. Li dijî van êrîşan em ê bibin parêzvanên mafên bingehîn ên mirovan, Demokrasî, Azadî, jiyana hevpar û daxwazên gelê xwe yên azadiya neteweyî.

Ev bûyer bi dûrxistina çend polîsên ya ji peyvûran wan nayê paşguhkirin. Heta ku berpirsyarên rastî neyên eşkerekirin desthilatdarî li pêşberî me û civakê berpirsyar û hêza plansaz bi xwe ye. Em ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin.”

Komxebata Tifaqa Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Em vê êrîşên nîjadperest ên li dijî Amedsporê bi tundî şermezar û em bang li her kesî dikin ku piştgirî û piştevaniya Amedsporê bikin. Amedspor ne bi tenê ye.”