Li Amedê di erdhejê de ziyan gihiştiye 374 mizgeftan

Amed (Rûdaw) - Di erdheja 6 Sibatê de li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ziyan gihîştiye hejmareke zêde ya mizgeftan. Rêveberiya Jîngeh û Bajarvaniyê diyar kiriye ku heta niha ziyan gihîştiye 374 mizgeftan ku hejmareke mizgeftên dîrokî jî di nava wan de ne.

Li hejmareke zêde ya mizgeftên Amedê ku ziyan gihiştiye wan, nimêj nayê kirin lê li mizgefta Melik Mehmûd ku dîroka wê vedigere beriya 500 salan, nimêj berdewam dike û jiyana cemaetê dikeve metirsiyê.

Di erdhejên 6 sibatê  yên navenda wan Mereş bûn de li Amedê 78 mizgeftan xisar dîtîne. Li navend, navçe û gundên Amedê bi giştî 2079 mizgeft hene. Rêvebiriya Jîngeh û Bajarvaniyê ya Amedê heta niha tenê li 374 mizgeftan tesbîta xisarê kirine. Li gorî lêkolînên ewil 41 mizgeftan kêm xisar, 37 mizgeftan jî  nîv û giran xisar dîtine.

Di nav mizgeftên xisardîtî de hejmarek mizgeftên dîrokî jî hene. Herwiha ew mizgeftên rapora orte û giran xisar bo wan hatine dayîn jî hatibe mohrkirkn û têketina wan qedexe ye.

Li gorî lêkolînên destpêkê, navçeyên ku mizgeftên wî zirar dîtîne Sûr,hanî pîran rezan yenişehir Lice çermuk Bismil gel qulp Ergani çınar Çüngüş farqinê ne û ji bo tesbîta xisarê a mizgeftên din jî lêkolîn berdewam dike.