PAK: Sedsal e komkujî li Bakurê welatê me didomin

06-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera destpêka Tevgera Kurd ya Koçîgiriyê peyamek belav kir û tê de ragihand ku “Bi qetliyama hezaran Kurdan, bi kavilkirina 132 gundan û talankirina bi hezaran heywan û zexîreyên gelên herêmê, ev Tevgera Kurd ya Koçgirîyê di 25ê Hezîrana 1921ê  de diqede. Ev dîmen li Bakurê welatê me sedsal e didome.”

PAKê derbarê bi boneya salvegera 101mîn destpêka Tevgera Kurd a Koçîgiriyê peyamek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de PAK dibêje: “101 sal  berê, di destpêka rûxandina Împaratorîya Osmanlîyan de wek Jonturkên Nû gelek gelên ku di bin destê  Împaratoriya Osmanî de bûn, di hewla azadiya gel û welatê xwe de bûn. Herwiha di wê demê de dewletên mezin ên wek Îngilîz û Fransizan ên ku li herêma Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk de xwediyê mîsyonên mezin bûn jî, li gor berjewendiyên xwe bi karê dizaynkirina herêmê re bûn.”

Li gor daxuyaniya PAKê: “Di nav rewşenbîr, xwenda û arîstokratên Kurdan de jî hest û hişmendiya azadiya gel û  serxwebûna welat germ bibû. Ji bo zêdekirina hestên welatperweriyê, hestên azadiya gel û serxwebûna Kurdistanê, di demeke kin de gelek rojname û kovar derketin, komel û teşkîlat hatin avakirin. Yek ji van teşkîlatan Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bû. Dema ku qanî bûn ku li gel Jontirkên Nû yên ku di Îtihat û Terakî de xwe birêxistin kiribûn û bi hêz bûn, nikarin bihevre bibin xwedî dewletekê. Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê jî li Kurdistanê dest bi xwe birêxistinkirinê kir. Di hewla pêşî de herêmên Koçgirî-Dêrsim, Diyarbekir û Wan hatibûn helbijartinê.”

PAK dide zanîn: “Dema Şoreşa Cotmehê de ku Rûs ji Kurdistanê kişiyan û Kurd li herêma xwe bi awayekî otonom dijîyan. Îdareya wê demê ya Dewleta Tirkiyê destpêkir Siwariyên Ordiya 6ê ya Tirkiyê li herêma Koçgiriyê bi cîh bike. Ji bo wê jî gelek leşker kişandin herêmê. Ji ber ku Kurdan talankerî, wêrankerî û kuştinên Jontirkan baş dinasîn, Kurdan jî ji bo parastina xwe dest bi xwe amadekariyê kirin.

Di destpêka 1921an de li hinekî devera bûyerên biçûk diqewimîn. Lê, tevger bi serokayetîya Elîşan Beg û Elîşêr Efendî de, di 6 Adar 1921 de destpê dike. Heyder Beg, Mehmed Izet, Nakî, Hesen Eskerî, Kazim di pêşengiya Tevgerê de cîh digirin.”

PAK amaje bi wê yekê dike ku Kurd li Bakurê Kurdistanê her tim rû bi rûyê komkujiyan bûne û dibêje: “Bi qetliyama hezaran Kurdan, bi kavilkirina 132 gundan û talankirina bi hezaran terş/heywan û zexîreyên gelên herêmê, ev Tevgera Kurd ya Koçgirîyê di 25ê Hezîrana 1921ê  de diqede. Ev dîmen li Bakurê welatê me sedsal e didome. Gelê Kurdistanê 200 sale têkoşîna azadîya welatê xwe dimeşîne.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PAK radigihîne: “Doza azadiya Kurdistanê îro bi ked û xebat û têkoşîna şehîdên Koçgirîyê, Pîran, Agirî, Dêrsim, Mehabad, Barzan, Qamişloyê gav bi gav destkeftinan bi dest dixe. Destkeftiyên dewleta Federe yên li Başûrê Kurdistanê, destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê, bi hevkarî, tifaq û bi hişmendiyeke netewî niştimanî,  ji hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê re dibe hêvî, dibe nimûne. Heta ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me azadiya xwe bidest bixe dê ev têkoşîn berdewam be.”

PAK di dawiya peyama xwe de jî dibêje: “Em di 101 saliya tevger û serîhildan û berxwedana Koçgirîyê de rêber û şehîdên Tevgera Koçgiriyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst