Li Mûşê zeviyên çandiniyê di bin avê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li deşta parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê beşek ji zeviyên çandiniyê ji ber dawerîna berfê û baranê di bin avê de mane.

Bi destpêkirina demsala biharê ku pileya germê bilind dibe û barîna baranê beşek ji zeviyên çandiniyê yên Deşta Mûşê di bin avê de man û golên avê çêbûn. Ji ber ava zêde li navçeya Xaskendê ser bi parêzgeha Muşê beşek ji çewliga elok û qazan jî di bin avê de ma.

Ji %30ê zeviyan

Xwediyê çewligê amaje bi wê yekê dike ku salên hişkesalî nebe ev rewş çêdibe û ew li gor wê tedbîrên xwe werdigrin.

Xwediyê Çewligê Îshak Sonmezsoy got, “Li navçeya Haskoyê çewliga me ya elok û qazan heye. Her sal di destpêka biharê de ji ber berfa diwere û baranê nîvê çewliga me di bin avê de dimîne. Ji sedî 30ê zewiyên çandiniyê jî bi heman awayî di bin avê de dimînin.”