Buldan: Opozîsyon li hemberî qeyûman bêdeng ma

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rexne li partiyên opozîsyona Tirkiyê girtin û got “Partiyên opozîsyona Tirkiyê ji hemû nehiqûqiyan gazinan dikin, lê dema qeyûm li ser şaredariyên HDPê hatin damezarandin dengê xwe dernexistin.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro 6ê Adara 2022ê di 4emîn Kongeraya asayî ya partiya xwe ya parêzegha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê de axivî.

Buldan amaje bi wê yekê  da ku partiyên opozîsyona Tirkiyê ji hemû nehiqûqiyan gazinan dikin, lê van gazinên xwe qet cîbicih nakin û ragihand “Li Tirkiyê dema qeyûm li ser şaredariyên HDPê hatin damezarandin opozîsyonê dengê xwe dernexist.”

Pervin Buldan diyar kir ku opozîyon wiha nîşan dide ku li Tirkiyê hiqûq heye û diyar kir “Divê opozîsyon careke din vê helwêsta xwe di ber çabvan re derbas bike.”

Hevseroka HDPê behsa doza girtina partiya xwe jî kir û got “Ev dozeke tolhildanê ye. Doza girtina HDPê ne hiqûqî ye, bi wateya xwe ya temam dozeke siyasî ye.”