Sembola serhildana li hemberî zordestiyê: Çîroka Îbrahîm Pêxember
Riha (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Franci di serdana xwe ya Bexdayê û Herêma Kurdistanê de îro serdana meqama Îbrahîm Pêxember jî kir. Lê li gorî çîrok û baweriya nava xelkê de meqama Îbrahîm Pêxember li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ye. Salane bi milyonan geştiyar diçin serdana vê meqamê û li wir dua dikin. Hevkarê min Maşallah Dekak li ser çîroka meqama Îbrahîm Pêxember û Gola Masiyan fîçerek çêkiriye.
Çîroka Îbrahîm Pêxember digihije 4 hezar sal berê. Li gorî efsane û çîrokê ku ji nifşên wê demê heta îro hatiye, Îbrahîm Pêxember li bajarê Ruhayê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Dema Îbrahîm pêxember ji dayik dibe, ewdem li Babîlê û derdora Ruhayê Kral Nemrûd hebûye. Nemrûd kralekî zalim bûye. Hatina Îbrahîm Pêxember, dibe destpêka têkçûna Nemrûd û zilma wî.
Derbarê çîrokê de Zanayê olî li Ruhayê Hacî Kurt dibêje: “Zemanê Nemrûd wê çaxê zarokên ku dibin hinekî xewn dîtiye. Li ser tebîra xewnan gotiye dê zemanek were dê zarokek çêbibe dawî li hikûmdariya te bînin. Nemrûd jî ferman derdixe dibêje zarokên ku îsal çêbûn giş bikujin û serjê bikin. Jina Îbrahîm Pêxember ducanî dibe. Nêzikî welidîna wê ji malê derdikeve, dibêje ez ê bi ku de herim. Li paşiya me şikeftek heye, meqamê Îbrahîm Pêxember e. Li vir zarokê wî tê meydanê. Îbrahîm pêxember li vir mezin dibe.”
Pisporê geştiyariya olî Kamîl Turkmen jî got: “Kilîtê vedike wan paganîzm, pût çiqas hene, yek bi yek bivir û balte li wan dixe û yek bi yek dişkêne. Wextekî Newroz e xwedê dizane. Hemû tên dibêjin kî van pûtan şikandine. Dibêjin kê kiriye kê nekiriye, dibêjin Îbrahîm Pêxember kiriye.”
Piştî ku Îbrahîm Pêxember wan pûtên ji herî, kevir û peykerokan pêk tê dişkêne, ji Nemrûd û derdora wî re dibêje belê xwedayek heye. Lê nabe ew xweda bi destê mirovan hatibe çêkirin. Divê xwedayek wisa be ku hemû cîhan û gerdûn bi fermana wî hatibin çêkirin. Ew xweda, xwedayê şev û rojan e.
Nemrûd piştî van gotinên Îbrahîm Pêxember, biryar dide ku li binê Keleya Ruhayê agirekî pir mezin dade û Îbrahîm pêxember di nava agir de bişewitîne. Dest û lingên Îbrahîm pêxember girê didin û ew davêjin nava agir. Lê tiştekî ecêb çêdibe; agir dibe av, dar û êzingên ku şewitandine dibin masî. Li gorî vê çîroka Gola Masiyan a Ruhayê ew dem çêbûye û heta niha jî ev gol pîroz e.
Zanayê olî li Ruhayê Hacî Kurt dide zanîn: “Agirekî pir mezin ku digihije asîmanan, agirekî pir mezin dadane. Îbrahîm li vî bajarî, li vê kelê, du stûnên mezin hene lê. Di kitêban de dibêjin ji wê derê Îbrahîm pêxember avêtine nava agir. Li gorî ayeta pîroz, dibêje ey agir, li ser Îbrahîm bicemide û bila silametî be. Heta dibêjin dema ku Rebê Alemê emrê agir kir û got bicemide, agir cemidî û ez jî baş bûm. Bi saxî filitîm.”
Piştî ku Îbrahîm pêxember ji nava agir xilas dibe û naşewite. Alîgirên wî û yên Nemrûd hemû li pey wî diçin. Dawî li zordestiya Nemrûd tê. Piştî demekê ji Îbrahîm pêxember 2 kurên bi navê Îsmaîl û Yaqûp çêdibin. Li gorî vê çîrokê pêxemberê ola îslamê Hz. Muhamed, pêxemberê ola yahûdiyan Hz. Mûsa û pêxemberê ola krîstiyanan Hz. Îsa ji koka Hz. Îbrahîm Pêxember tên.
Di berdewamiya axavtina xwe de Hacî Kurt derbarê Îbrahîm pêxember got jî: “Kalikê hemûyan e. Kalikê gişan e. Kalikê misilmanan, kalikê îsraîliyan, kalikê îsewiyan e. Yên benî îsraîl hemûyan e. Lazim e em li ser kalikê xwe bimeşin. Riya kalikê me riya xwedê ye.”
Li gorî vê çîrokê li Gola Masiyan a bajarê Ruhayê niha meqama Îbrahîm pêxember heye. Ev herêm weke cihê geştiyariyê hatiye çêkirin. Salane ji milyonekî zêdetir geştiyarên navxweyî û derve bi efûsûna vê çîrokê berê xwe didin Ruhayê da ku meqama pêxember û Gola Masiyan ziyaret bikin.
Geştiyar Şirîn Mihemed jî got: “Geştiyar - Me got evder meqamê Xelîl Îbrahîm e, em biçin ji xwe re ziyaret bikin. Ji xwe re dua dikin.”
Geştiyar Cîhan Heso jî wiha axivî: “Em fetre fetre têne ziyaret dikin. Dua dikin, fethe dixwînin. Em hinekî av jî jê digrin, vedixwin, em dibin malê dixin nava çayê û xwarinê. Dibêjin bereket e. Ez nizanim êdî.”
Îbrahîm pêxember her çiqas di hersê olên mezin de weke kalikê hemû pêxemberan tê pênasekirin jî di nava çepgirên kurd de jî ji ber helwesta wî ya li hemberî Nemrûdê zalim, bûye sembola serhildana li hemberî zordestiyê.