Kenîseya Tahire Kubra bo serdana Papa amade ye

06-03-2021
Nayîf Remezan
Papa Francis sibe serdana Kenîseya Qereqûş dike
Papa Francis sibe serdana Kenîseya Qereqûş dike
Nîşan Papayê Vatîkanê Kenîseya Tahire Kubra
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) - Yek ji wan kenîseyên ku Papayê Vatîkanê serdana wê dike, Kenîseya Tahire Kubra ye li Qereqûş, li Qereqûş amadekariyên bo pêşwazîkirina Papa Temam bûne. Bawermendên Mesîhî dibêjin girîng e Papa serdana navçeyê bike ji ber ku xêr û bereket bi ser wan de dibare û dikarin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê.

Berî serdana Papa Francis bo Iraqê, piraniya wan bajar û bajarokên ku biryar e Papayê Vatîkanê serdana wan bike, hatine xemilandin. Cade û kenîse hatine şûştin, ala Vatîkanê bi stun û dîwaran ve hatiye daleqandin.

Welatiya bi navê Sofiya Merî ev mehek e wek xwebexş paqijiya Kenîseya Tahire Kubra dike û dibêje: “Sibe em nikarin qesta Kenîseyê bikin, lê eger em li ser cadeyê jî rawestin û Papa bibînin cihê kêfxweşiyeke mezin e ji bo me. Tişta girîng ew e ku ev bo navçeya me dê bereketê bide.”

Li Kenîseya Tahire Kubra hemû amadekarî hatine kirin û cihê Papa hatiye diyarkirin.

Qeşeyê Kenîseya Tahire Kubra Qeşe Omar Yako jî got: “Bername li çedinn beşan pêk tê, wekî pêşkeşkirina çend peyveka li ser wan rewşên nexoşên bi ser Mesîhyan de hatîn ji aliyê bawermendan an zanayên aynî herwiha qedaseta Papay jî peyvek dibe û li dawiyê dê nimîjek tê kirin.”

Hemahengîkarê Giştî yê Bo Serdana Papa bo  Qereqoşê Qeşe corc cehola jî dibêje: “Ez vê serdanî bi deman ji bo wan birînên ku çêbune piştî DAIŞê û şerên ku çêbûne wesif dikim. Ev wê yekê dike morala me bilind bibe û baweriya me zêde dike li vê derê bijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst