Hewlêr (Rûdaw) - Bi mûşekan êrîş 2 navçeyên Bab û Cerablûsê hat kirin, kesek hat kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan bi mûşekên balîstîk êrîşî navçeya Tirhîn ya ser bajarê Babê û Navçeya Hemeranî ya ser bajarê Cerablûs yên parêzgeha Helebê ku dibin kontrola Tirkiyê û çekdrarên opozisyona Sûriyê de ne hate kirin û di encam de hejmarek tankerên petrolê şewitîn û dengê çend teqînên mezin hatin bihîstin.
Di encama êrîşa mûşekî ya navçeya Hemran de 4 kes canê xwe ji dest dane û 27 kesên din jî birîndar bûn û tu ziyan derbarê êrîşa ser navçeya Tirhîn nehatine eşkere kirin.
Heta niha tu aliyekê berpirsyaretiya xwe ji encamdana wê êrîşê eşkere nekir.
Li herema Tirhînê di 2ê Sibatê jî bi mûşekan êriş kiribûn û di encama êrişê de 2 sivîl mirine û 6 sivîl jî birîndar bûne.
Tirkiye li Navçeyên Bab û Cerablûs di 24ê Tebaxa 2016an de operasyoneke bi navê mertala Firatê dabû destpêkirin û di 29ê Adara 2017an de ketibû bin kontrola Tirkiyê û çekdarên grêdayî wê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse