Peyamnêrê me Rawîn Stêrk hat girtin

Hewlêr (Rûdaw)  - Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk îro li Enqerê hat dadgehîkirin û biryara girtinê derbarî de hat dayîn.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Stenbolê Rawîn Stêrk û kameraman Mehmet Şîrîn Akgun, roja 28ê Sibatê li Pazarkuleya Edîrneyê dema ku pêla koçberan a ber bi sînorê Yunanê ve rûmal dikirin, bi tohmeta ku li ‘qada leşkerî’ rûmal kirine, ji aliyê serbazên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Kameramanê me Mehmet Şîrîn Akgun, piştî 4 roj ji desteserkirinê, hat berdan lêbelê maweyê desteserkirina peyamnêrê me Rawîn Stêrk hat dirêjkirin û ji bajarê Edîrneyê bo Enqerê hat veguhastin.

Peyamnêrê me piştî 7 roj ji lêpirsînê, îro hat derxistin bo pêşberî dadgehê û di encama dadgehîkirinê de bi tohmeta ‘propagandaya rêxistinê’ biryara girtinê derbarê wî de hat dayîn.

Posteke peyamnêrê me ya derbarê bombebarana li dijî serbazên Tirkiyê li Idlibê li ser torên civakî weke, ‘bangeşeya bo rêxistinê’ hat dîtin.

Rawîn Stêrk jî di parastina xwe ya di dadgehê de, amaje bi wê kir ku gelek rojnamevan û ajansan zanyariyên cuda derbarê hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyê de belav kirine û tekez kir ku wî li gor ajanseke navdewletî posta ‘li Idlibê 21 serbaz winda ne’ belav kiriye.