Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî

06-03-2019
RÛDAW
Nîşan Rûdaw WAN-IFRA Xelat Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya civakî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, weke serkeftiya Rojhilata Navîn, fînalîsta xelata cîhanî ya WAN-IFRA ye. Rêveberê Portala Rûdawê diyar dike ku vê carê em di rikaberiyeke gelek dijwar de ne.

 

Piştî ku medyaya civakî ya herî aktîv xelata yekem a Rojhilata Navîn wergirt, Tora Medyayî ya Rûdawê bi medyayên cîhanî re fînalîsta xelata cîhanî ya WAN-IFRA ye ku biryar e merasîma xelatê di meha Hezîrana îsal de li Brîtanyayê birêve biçe.

 

Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî ragihand: “Em kêfxweş in ku dibînin medyayeke Kurdî sala sêyem e ku xelatê bi dest dixe yan dibe fînalîsta xelata cîhanî.”

 

Li gor nêrîna Hêmin Lihonî, vê carê Portala Rûdawê di rikaberiyeke gelek dijwar de ye ji bo bidestxistina xelata medyaya civakî ya herî baş û herî aktîv li cîhanê, daku bikare rikaberiya medyayên cîhanî bike.

 

Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan (WAN-IFRA) ku baregeha wê li Almanyayê ye, her sal di 10 warên cuda de xelatên herêmî û cîhanî dide medyayên cîhanî.

 

 

Sala 2018an Rûdawê xelata WAN-IFRA ya medyaya civakî ya herî baş a li Rojhilata Navîn wergirt û di heman demê de bû fînalîsta xelata cîhanî ya heman warî ya WAN-IFRAyê.

 

Di nav fînalîstan de ji bilî Rûdawê, The Guardian a Brîtanyayê, BBC, El Cezîre, New York Times û medyayên mezin ên Ewropayê beşdar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst