WAN - Bi saya kampanyaya li ser medyaya civakî piştgiriyê didin dibistanan

06-03-2019
RÛDAW
Nîşan Wan Kampanya Destê Xwe bide Hêviyê Kerem Parîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê dikandar Kerem Parîn bi saya projeya ku li ser medyaya civakî dabû destpêkirin ji bo dibistanan kelûpelan kom dike.

 

Kerem Parîn bi komeke hevalên xwe re li ser medyaya civakî bi navê 'Destê xwe bide hêviyê' projeyek da destpêkirin.



 

Kerem Parîn û hevalên wî bi saya projeyê ji gelek herêmên cuda ji bo xwendekaran cil û kelûpelên kirtasiyeyê kom kirin û gihandin dibistanan. 


Tîma alîkariyê di vê çarçoveyê de li navçeya Edremîtê li Dibistana Seretayî û Navîn a Şehîd Kamuran Ercan pirtûkxaneyek ava kir. 




Parîn ragihand ku wan kampanya xwe di sala 2017an dan destpêkirin û wiha axivî: "Em dixwazin xwendekarên me bixwînin. Di vê çarçoveyê de em niha ji bo ku li hin dibistanan pirtûkxaneyan vekin amadehiyên xwe didomînin. Li gelek dibistanên gund û taxan pirtûkxane nîne. Em niha pirtûkan kom dikin. Piştî ku hejmara pirtûkên me komkirin gihişt reqameke baş em dê hemûyan bişînin dibistanan. Niha ji Stenbol, Isparta û Bursayê û gelek bajarên din ji me re alîkarî tê. Em tenê pere qebûl nakin."




Midûrê Dibistana Seretayî û Navîn a Şehîd Kamuran Ercan Kasim Arslan got ku dibistana wan par hatiye vekirin û wiha axivî: "Di dibistana me de hin kêmasiyên me hebûn. Ji wan yek jî pirtûkxane bû. Me ev heval li ser medyaya civakî ferq kirin û me ji wan rica kir. Wan jî bersiv dan me û gotin em dê alîkariyê bidin we. Em kêfxweş bûn. Ev tiştekî gelekî baş e. Kêmasiyên din ên pirtûkxaneyê jî em û hevalên me yên mamoste em dê bi hev re temam bikin."



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst