'Îsal li gor par 2 qat zêdetir dikan li Amedê hatine girtin'
Amed (Rûdaw) – Serokê Jûra Dikandar û Pîşekaran a Amadê Alîcan Ebedînoglû ragihand ku îsal li gor sala borî 2 qat zêdetir dikan li Amedê ahtine hatine girtin, sedema wê ya sereke qeyrana aborî ye.
Li gor rapora Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) rêjeya enflasyonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha sibatê de li gor sala borî heman mehê 19.67 zêde bû, heman raporê da nîşan ku di meha sibatê de herî zêde nirxên sewzeyan zêde bûne û weke sewze nirxên, kinc û kiras û herwisa xurekan jî li gor sala borî niha hatiye asta herî zêde ya salê.
Firoşkarên bazara komfiroşên Amedê jî ji enflasyona zêde bi gazinc in û ew dibêjin enflasyon her çend ji sedî 19.67 zêde bibe jî di rastiyê de kelûpelên ku ew difroşin % 37- % 38 zêdebûne û nirxên malên wan çend zêde bibin, kirîn û firotina wan jî li gor wê kêm dibe û dema danûstendin çênebe ev tê wateya îflaskirina wan.
Derbarê mijarê de komfiroşê xurekan Salih Taran ji Rûdawê re wiha got: “Asta firotina me kêm bûye û pereyê di bêrîka xelkê de heliya ye, cîroyên me zêdebûye lê kara me ji % 15 an daketiye % 5 an."
Ji enflasyona zêde û berzbûna nirxan herî zêde yên ku bandora neyînî dibînin; kiryarin ji bo ku firoşkar nirxên malên xwe zêde dikin da ku kara xwe stabîl (hevseng) bihêlin; lê derfetek wiha ji bo kiryaran nîne.
Welatiyê bi navê Haşîm Taşli jî got: “Kelûpel buha bûne û kirîna me zehmet e."
Welatî Erhan Toptaş jî got: “Gelek zehmet bûye kirîna tiştan."
Kedrî Aslan jî anî ziman: “Sala borî kiloya tamatan 1.5 lîre bû, niha çûye 5an, arvan giran bûye, rûn giran bûye, dibêjin qeyran nîne ma dê çawabe ku qeyran hebe."
Li gor amar û datayên fermî tenê li bajarê Amedê ji ber enflasyona zêde û lawazbûna kirîn û firotinê hezar û 717 firoşkar niha di lîsteya reş a bankayan de ne.
Serokê Jûra Dikandar û Pîşekaran a Amadê Alîcan Ebedînoglû jî got: “Îsal li gor sala borî 2 qat zêdetir dikan hatine girtin, sedema wê ya sereke hem qeyrana abori ye ku sala 2018 an li Tirkiye peyda bû û hem jî enflasyona zêde ye; lê rastiyek heye ku herêma me ji metropolên Tirkiye zêdetir ji vê qeyranê bandorê dibîne."
Hikûmeta Tirkiyê di polîtikaya xwe ya aboriyê de daxistina enflasyonê wek xalekî sereke diyar kiriye; lê ji ber faktorên wek, berzbûna pereyên biyanî li hember lîreyê Tirkî û nebûna balansa di navbera hilberandin û daxwaz de, agirê enflasyonê kêmtir nabe; her çend bi firotinên tenzîmê hikumetê armanc kir ku enflasyonê daxe jî li gor pisporên aboriyê ev rêbazeke bihûrbar e.