'Îsal li gor par 2 qat zêdetir dikan li Amedê hatine girtin'

06-03-2019
RÛDAW
Rêjeya enflasyonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha sibatê de li gorî par zêde bû
Rêjeya enflasyonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha sibatê de li gorî par zêde bû
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Aborî Enflasyon Sibat
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Serokê Jûra Dikandar û Pîşekaran a Amadê Alîcan Ebedînoglû ragihand ku îsal li gor sala borî 2 qat zêdetir dikan li Amedê ahtine hatine girtin, sedema wê ya sereke qeyrana aborî ye.

 

Li gor rapora Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) rêjeya enflasyonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha sibatê de li gor sala borî heman mehê 19.67 zêde bû, heman raporê da nîşan ku di meha sibatê de herî zêde nirxên sewzeyan zêde bûne û weke sewze nirxên, kinc û kiras û herwisa xurekan jî li gor sala borî niha hatiye asta herî zêde ya salê.

 

Firoşkarên bazara komfiroşên Amedê jî ji enflasyona zêde bi gazinc in û ew dibêjin enflasyon her çend ji sedî 19.67 zêde bibe jî di rastiyê de kelûpelên ku ew difroşin % 37- % 38 zêdebûne  û nirxên malên wan çend zêde bibin, kirîn û firotina wan jî li gor wê kêm dibe û dema danûstendin çênebe ev tê wateya îflaskirina wan.

 

Derbarê mijarê de komfiroşê xurekan Salih Taran ji Rûdawê re wiha got: “Asta firotina me kêm bûye û pereyê di bêrîka xelkê de heliya ye, cîroyên me zêdebûye lê kara me ji % 15 an daketiye % 5 an."

 

Ji enflasyona zêde û berzbûna nirxan herî zêde yên ku bandora neyînî dibînin; kiryarin ji bo ku firoşkar nirxên malên xwe zêde dikin da ku kara xwe stabîl (hevseng) bihêlin; lê derfetek wiha ji bo kiryaran nîne.

 

Welatiyê bi navê Haşîm Taşli jî got: “Kelûpel buha bûne û kirîna me zehmet e."

 

Welatî Erhan Toptaş jî got: “Gelek zehmet bûye kirîna tiştan."

 

Kedrî Aslan jî anî ziman: “Sala borî kiloya tamatan 1.5 lîre bû, niha çûye 5an,  arvan giran bûye, rûn giran bûye, dibêjin qeyran nîne ma dê çawabe ku qeyran hebe."

 

Li gor amar û datayên fermî tenê li bajarê Amedê ji ber enflasyona zêde û lawazbûna kirîn û firotinê hezar û 717 firoşkar niha di lîsteya reş a bankayan de ne.

 

Serokê Jûra Dikandar û Pîşekaran a Amadê Alîcan Ebedînoglû jî got: “Îsal li gor sala borî 2 qat zêdetir dikan hatine girtin, sedema wê ya sereke hem qeyrana abori ye ku sala 2018 an li Tirkiye peyda bû  û hem jî enflasyona zêde ye; lê rastiyek heye ku herêma me ji metropolên Tirkiye zêdetir ji vê qeyranê bandorê dibîne."

 

Hikûmeta Tirkiyê di polîtikaya xwe ya aboriyê de daxistina enflasyonê wek xalekî sereke diyar kiriye; lê ji ber faktorên wek, berzbûna pereyên biyanî li hember lîreyê Tirkî û nebûna balansa di navbera hilberandin û daxwaz de, agirê enflasyonê kêmtir nabe; her çend bi firotinên tenzîmê hikumetê armanc kir ku enflasyonê daxe jî li gor pisporên aboriyê ev rêbazeke bihûrbar e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst