Tifaqa Welatperwer û Demokrat li navçeya Yenîşehîr a Amedê boruya xwe vedike

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê di çarçoveya Tifaqa Welatperwer û Demokrat de berdewam in.

 

Tifaqa Welatperwer û Demokrat buroya xwe ya hilbijartinê ya Yenîşehîr a Amedê vedike.

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyekê ragihand: “Em gelê xwe vedixwînin bo vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat.”

 

Herwiha di daxuyaniya Tifaqa Welatperwer û Demokrat de roj û cihê buroya hilbijartinên xwecihî hatiye diyarkirin ku buroya wan li Amedê li rawestgeha Kasaplar, roja 7ê Adara 2019an di demjimêr 13:00ê de were vekirin.