Wan xwe ji 100 hezar geştyarên îranî re amade dike

06-03-2018
RÛDAW
Geştyarên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ew demek e ku serdana Wanê dikin.
Geştyarên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ew demek e ku serdana Wanê dikin.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Wan Îran Rojhilatê Kurdistanê Geştyar Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bêhvedana 13 rojan a Newrozê de tê pêşbînîkirin, ku 100 hezar geştyarên Îranî serdana bajarê Wanê yê Bakurê kurdistanê bikin.

 

Geştyarên Îran yên ku di bêhvedanê de diçine bajarê Wanê, ji pêşwaziya xelkê Wanê razî ne û dibêjin, piştî serdankirin û dîtina bajêr, ew gelek ji bajarê Wanê hez dikin.

 

Geştyarekî îranî piştî serdana xwe ya Wanê nêrîna xwe derbarê vî bajarî de wiha tîne ziman: “Min bajarê Wanê gelekî Eciband û ez ê di Newrozê de careke din serdana bajarê Wanê bikin.”

 

Di nava salê de bi sedan geştyarên Iranê û Rojhilatê Kurdistanê serdana bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dikin û her geştyarê ku carekê serdan dike, dixwaze careke din jî biçe wî bajarî.

 

Herwiha Serokê Lijneya Rêveberiya Bajarê Wanê ya Yekîtiya Şirketên Geştyariyê ya Tirkiyeyê Cevdet Ozgokçe jî dibêje: “Niha otel ji sedî 80 tije bûn û em îsal amedekariyê dikin ku nêzika 100 hezar geştyarên Îranî pêşwazî bikin. Armanca me ew e ku em li Wanê mêvandariya 50-60 hezar geştyarên Îranî bikin. Ji ber wê xelkê  Wanê amadehiya xwe dikin.”

 

Ji ber erdnîgariya bajarê Wanê û cihên wê yên geştyariyê bi taybetî geştyarên Îranê berê xwe didin vî bajarî.

 

Hotêldarên Wanl jî dibêjin, îsal 500 hezar geştyarên Iranê serdana bajarê Wanê kirine û niha jî Wan amedekariya xwe dike ku pêşwaziya 800 hezar geştyarên nû bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst