Komel: Bexda weke dîlê şer serederî bi Kurdistanê re dike

Silêmanî (Rûdaw) – Aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser wê yekê rijd in ku divê helwêsteke cidî li hember Bexdayê hebe, bi taybetî jî piştî bêyî Kurdan pesendkirina butçeyê.

 

Ji ber pesendkirina butçeya Iraqê û kêmkirina pişka Kurdan, aliyên siyasî ku li ser gelek mijaran li hev nakin, li ser wê yekê yekdeng in ku li hember Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî helwêsteke wan a tund hebe.

 

Endamê Encûmena Cîbicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mistefa Ebdullah diyar kir: “Divê aliyên siyasî, welatên cîran û bi taybetî Amerîka ji wan binpêkirinan agahdar bikin û zexteke wan hebe. Çimku Iraq eger ku jê re biçe ser, dê dest biavêje bo mijarên niştimanî, netewî û heta jiyana xelkê jî.”

 

Nûnerên Kurd ji bo ku binpêkirinên li nav projeya butçeya Iraqê werin sererastkirin, gelek xebitîn. Lê tevî gelek sozên desthilatdarên Bexdayê, li Parlementoya Iraqê bêyî Kurdan butçeya sala 2018an hat pesendkirin.

 

Komela Îslamî daxwaz dike ku Serokomarê Iraqê butçeyê red bike. Yekgirtûya Îslamî dixwaze ku Amerîka ji binpêkirinan were agahdarkirin û zextê bike. Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî jî wisa bawer dike ku divê civaka navdewletî zextê li hikûmeta Iraqê bike.

 

Berdevkê Komela Îslamî Rêbwar Hemed dibêje: “Niha Iraq weke ku em dîlê şer in bi me re serederî dike. Lewma bijardeya herî baş ew e ku serokomar butçeyê vegerîne û îmze neke. Her çi qas ez bawer im bi piranî dê derbas bikin, lê qet nebe weke helwêst jî be baş e.”

 

Niha beriya referandumê, karê Kurdan li hember Iraqê, li ser cudabûn û beşkirina sînorê xwe bû, lê  niha karta bihêz ku di destê Kurdan de maye, vekişîna ji pêvajoya siyasî ya Iraqê ye.

 

Berdevkê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Rêbwar Kerîm Mehmûd destnîşan kir: “Tiştên ku qewimîn, encama siyaset xelet a partiyên Kurdistanê ya çend salên derbasbûyî bû, lewma eger tenê  rêyek mabe, ew jî zexta navdewletî ye ku ew jî li ser asta banka navdewletî û civînan hat encamdan û sûdek neda.”