Polîsên Hewlêrê: 9 xwepêşander bi biryara dadwer hatine binçavkirin

06-03-2017
Nîşan Hewlêr Xwepêşandan Tevgera Goran Polîsên Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsên Hewlêrê ragihand, ku ew kesên di xwepêşanda 4ê Adarê de hatibûne desteserkirin hatine berdan lê hê jî bi biryara dadwer 9 kes di bin çavan de ne.  

 

Rêveberê Giştî yê Polîsên Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ji Rûdawê re ragihand, piraniya wan kesên roja 4ê Adarê di xwepêşandana Hewlêrê de hatibûne deseserkirin hatine azadkirin lê hê jî 9 kes di zîndanê de ne.

 

Telet da xuyand, ku ji wan 3 kes hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê û 6 kes jî hemwelatiyên Tirkiyê ne.

 

Derbarê dema azadkirina wan de jî Ebdulxaliq Telet got; “Ew 9 kes bi biryara dadwer hatine binçavkirin û dê bi biryara dadwer jî bên berdan. Dadgeh kengî biryar bide hingî dê bên azadkirin.”

 

Roja 4ê Adarê li Hewlêrê bi armanca derbirîna nerazîbûna li dijî şer û aloziyên li Şingalê, komek çalakvanan xwest xwepêşandanê bikin. Hêzên ewlekariyê 32 xwepêşander binçavkirin. Heman rojê beşek ji wan hatine serbest berdan.

 

Lê hê jî 3 hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê û 6 jî yê Tirkiyê girtî ne. Di nav wan de çalakvanê siyasî û parlamenterê berî yê Tevgera Goran Mihemed Kiyanî jî heye.

 

Endamê Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran Ebdurehman Mihendîs ji Rûdawê re ragihand, ku niha Mihemed Kiyanî ne endamê wan e û got; “Ti endamekê Goran di xwepêşandana Hewlêrê de nehatiye girtin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst