Barzanî: Me tol hilneda

06-03-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Barzanî Tolhildan Erebistana Siûdiye Şah Selman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Barzanî di hevdîtineke li gel şandeke Erebistana Siûdiyê de ragihand, her çend ku Iraqê li dijî gelê Kurd cenosîd û Enfal pêk anîbû, lê belê di serhildana sala 1991ê de, Kurdistanê û Kurdan dest bi tolhildanê nebir.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro duşemî 6ê Adara 2017ê li bajarokê Pîrmamê pêşwazî li Şêwirmendê Dîwana Paşayetiya Erebistana Siûdiyê û Serpereştiyarê Giştî yê Dezgeha Şah Selman a ji bo hevkariya mirovî Dr. Ebdullah Bin Ebdulezîz Bin Mihemed Elrebîe û şandeke pê re kir.

 

Di daxuyaniyeke nivîskî de ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser malpera we ya fermî belav kiriye, tê gotin, ku di hevdîtinê de Serpereştiyarê Dezgeha Şah Selman a Erebistana Siûdiyê silav û rêzên Şahê Siûdiye gihand Serok Barzanî û keyfxweşiya xwe jî li hember serdana Kurdistanê û hevdîtina bi Barzanî re anî ziman.

 

Ebdullah Bin Ebdulezîz Bin Mihemed Elrebîe herwiha pêzanînên welatê xwe ji bo hewlên Herêma Kurdistanê yên bo alîkarîkirina koçber û lêqewimiyên şerê terorê nîşan da û spasiya dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê bi taybetî jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

 

Şanda Siûdiyê da xuyakirin, ku ji bo bikarin beşdar bin di karê xêrxwazî û mirovî û alîkarîkirina koçberan de, ew hatine Kurdistanê û tekezî li ser wê yekê kir, ku Siûdiye dixwaze aramî û aştî vegere herêmê.

 

Serokê Herêma Kurdistanê jî di vê hevdîtinê de spasiya Şah Selman, Şahê Erebistana Siûdiyê kir û ji bo kar û çalakiyên miroviyên Dezgeha Şah Selman destxweşî li wê saziyê kir.

 

Mesûd Barzanî got, ji bilî hebûna şer û kêşeyên aborî û gefên li ser Herêma Kurdistanê, lê belê Kurdistanê mêvandariya hejmareke zêde ya koçberan kiriye.

 

Di beşeke din a hevdîtinê de Barzanî behsa ferhenga pêkvejiyana gelê Kurdistanê kir û bal kişand li ser wê yekê ku di raperîna 1991 de gelê Kurdistanê her çend ku cenosîd û Enfal hatibû kirin, lê belê bi navê vekirina rûpeleke nû li gel Iraqê, dest ji bo tolhildanê nebir û wê yekê çanda lêborîna pêkvejiyanê ya li Kurdistanê kûrtir kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst