Salih Mislim: Pilana me ya pevgihandina Kobanî û Efrînê heye!

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê PYDê Salih Mislim diyar kir ku pilana wan a pevgihandina herêman Efrîn û Kobanî heye. Mislim li ser veguhestina tirba şahê Osmanî şah Firat jî got, ez wê rojê ji bo kordînekirina wê operasyonê çûbûm Tirkiyê!

 

Hevserokê PYDê Salih Mislim, ji malpereke nêzîkî PKKê re li ser agirbesta Sûriyê ya ku roja 7ê vê mehê hatiye ragihandin, axivî û ragihand, zêde xêra agirbestê negihîştiye kurdên Rojava çimkî bi ragihandina agirbestê re şer li herêmên kurdan dijwartir bû.

 

Salih Mislim, Tirkiye bi têkdana agirbestê her wiha gijkirina çekdarên DAIŞê û El Nusra li dijî YPGê û Rojavayê Kurdistanê tohmetbar kir û got, Tirkiyê bi vê yekê xwe rezîl dike!

 

Hevserokê PYDê derheqê helwesta PYD/YPGê li hember êrişên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê de jî got, helwesta me heta niha çi bûye dê ji vir şûn de jî wisa bibe. Li aliyê din ê sînor mirovên me hene, emê çawa bersiv bidin! Emê topan bavêjin kê! Eger em bersiva topên Tirkiyê bidin gelê me dê zirarê bibîne.

 

Li ser pevgihandina kantonên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê jî Salih Mislim got, helbet pilaneke me ya wisa heye.



Mislim: Ez ji bo wê operasyonê çûbûm Stenbolê!

 

Ji aliyekî din, Salih Mislim ji rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyê re jî li ser operasyona veguhestina tirba şahê Osmanî şah Firat, ku Sibata 2014ê ji nêzîkî Helebê birin gundê Eşme yê Kobanî, axivî û got, ez roja operasyonê li Stenbolê bûm ji bo kordînekirina operasyonê.

 

Mislim derheqê daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu de jî, ku gotibû “ti hevkariyek me bi PYDê re li ser veguhestina tirba şah Firat çênebûye” got, ew înkar dikin lê rastî tiştekî din e. Ez wê demê li Stenbolê bûm û li Enqerê ekîbek hatibû avakirin. Her gava ku min bixwasta min him bi Kobanî re him jî bi Enqerê re diaxivî.

 

Hevserokê PYDê ji bo îsbatkirina gotinên xwe, şêwirmendê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlîoglu jî kir şahidê xwe û got, ew dizane min bi kê re hevdîtin dikir!