Tirkiyê, li ser sînor xendeq kolaye û tijî mîn kiriye!

06-03-2016
RÛDAW
Sînorê Bakur û Rojava
Sînorê Bakur û Rojava
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, xendeqan dikole û rûberek mezin ji sînor jî tijî mîn û teqemenî dike.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî, ku ev çend roj in li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye, ragihand, Tirkiyê li ser sînor xendeq kolaye û wan deran tijî mîn û teqemenî kiriye.

Şewket Herkî da zanîn, li aliyê din ê sînor (Rojava), gundên kurdan, hêzên YPGê û hinekî wêde tir gundên tirkmenan jî hene…

Peyamnêrê Rûdawê anî ziman ku piştî ku agirbest li Sûriyê hat ragihandin, rewşa wê deverê hinekî aram bûye û topbarana Tirkiyê kêmtir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst