Bayik: Destpêkê çareserî û piştre çekdanîn

Navenda Nûçeyan- Hevserokê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik dibêje ku, ji bo derbaskirina pirsgirêkan, destpêkê çareserî tê rojevê û piştre çekdanîn.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik derbarê banga rêberê PKKê Abdulah Ocalan a çekdanînê û daxuyaniya hevbeş ya Hikûmeta Tirkiyeyê û şanda HDPê de de ragihand: “Ev daxuyanî ew yek xiste rojevê ku pirsa sereke li Tirkiyeyê demokratîkirina wî welatî û çareserkirina pirsa Kurd e.”

Bayik di wê baweriyê de ye ku pêwîst e berî çekdanînê, şert û mercên rawestandina şer û agirbestê peyda bibin û dibêje: “Me wek KCKê gava xwe avêtiyê, lê Hikûmeta Tirkiyeyê ti gav neavêtine.”

Hevserokê KCKê herwiha hişyariyê dide Hikûmeta Tirkiyeyê û dibêje, “Eger hûn wek sala 2013 di pêvajoya aştiyê de tevbigerin, hûnê şaşîtiyeke mezin bikin, divê hûn li hember çekdanînê gavan bavêjin.