Kobanî- Berê berxwedanê bala wan dikşand lê niha jî wêranî!
Kobanî (Rûdaw) – Kobanî ne tenê di dema şer de lê piştî şer jî bala medyager û rojnamevanên kurd û biyanî dikşîne.
Ji destpêka êrîşa DAIŞê li ser herêma Kobanî ve heta niha medyaya cîhanî bûyerên li Kobanî dişopîne.
Rojane gellek medyager û rojnamevan ji seranserî dinyayê seredana bajarê Kobanî dikin û astengiyên jiyana xelkê û wêranbûna Kobanî dişopînin…
Rojnamevanê Rojhilatî Soran Qurbanî, dibêje, tişta ku bû sedema balkêşiya Kobanî berxwedana Kobanî bû ne erdîngariya bajêr…
Rojnamevanê spanî Antonio Pampliega jî wiha li ser Kobanî diaxive: “Berê min 4 salan li Sûriyê kar kiribû û ez li bajarên wekî Heleb û Dêrezorê geriyabûm, lê dema ez hatim Kobanî min ti bajar wekî vî bajarî nedît. Ji %90ê bajêr bi temamî wêran bûye...