Kobanî- Berê berxwedanê bala wan dikşand lê niha jî wêranî!

06-03-2015
RÛDAW
Kobanî-Medyaya cîhanî
Kobanî-Medyaya cîhanî
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) – Kobanî ne tenê di dema şer de lê piştî şer jî bala medyager û rojnamevanên kurd û biyanî dikşîne.

Ji destpêka êrîşa DAIŞê li ser herêma Kobanî ve heta niha medyaya cîhanî bûyerên li Kobanî dişopîne.


Rojane gellek medyager û rojnamevan ji seranserî dinyayê seredana bajarê Kobanî dikin û astengiyên jiyana xelkê û wêranbûna Kobanî dişopînin…


Rojnamevanê Rojhilatî Soran Qurbanî, dibêje, tişta ku bû sedema balkêşiya Kobanî berxwedana Kobanî bû ne erdîngariya bajêr…


Rojnamevanê spanî Antonio Pampliega jî wiha li ser Kobanî diaxive: “Berê min 4 salan li Sûriyê kar kiribû û ez li bajarên wekî Heleb û Dêrezorê geriyabûm, lê dema ez hatim Kobanî min ti bajar wekî vî bajarî nedît. Ji %90ê bajêr bi temamî wêran bûye...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst