Şaredarê Semsûrê: 56 hezar kes di konteyneran de dijîn

Konteyrên li Semsûrê / Wêne: Evrensel

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere ragihand ku li Semsûrê heta niha 56 hezar mexdûrên erdhejê di konteyneran de dijîn.

Di ser erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê re 2 sal derbas bûn lê heta niha pirsgirêkên mexdûrên erdhejê bi dawî nebûne.

Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere bi boneya salvegera erdhêjê ji gazateduvaRê re axivî.

Abdurrahman Tutdere diyar kir, ji ber ku piştî erdhejê alîkarî dereng gihişt Semsûrê karesat mezintir bû.

“Pirsgirêk nehatine çareserkirin”

Tutdere got got, “Heta niha jî li Semsûrê pirsgirêk mane û 56 hezar kes di konteyneran de dijîn.

Avahiyên ku hatine radestkirin hene lê negihiştiye reqemên pêwîst.

6 hezar û 700 xaniyên din hatin teslîmkirin lê tevî ku baş nayê bîra min heta niha ji sedî 30 temam bûne.

Pirsgirêk berdewam dikin û pirsgirêk nehatine çareserkirin û em nikarin bersivekê bidin ka dê Semsûr kengî rabe ser pêyan.”

“Divê hikûmet piştgiriyên xwe zêdetir bike”

Tutdere her wiha da zanîn ku hêza şaredariyan sînordar e û divê hikûmet piştgiriyên xwe yên ji herêmên erdhejê re zêdetir bike û bi taybetî piştgiriya projeyên şarederiyan bike û deynê wan ên berê yên fermî efû bike.