Li Amedê 4 kes ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pîranê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê 4 kes bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin,  îro li navçeya Pîranê ya Amedê hêzên ewlehiya Tirkiyeyê bi operesyonêkê bi ser çend navnîşanan de girtin.

Hevserokê rêxistina Pîranê yê DEM Partiyê Mehmet Taşkin û 3 kesên din desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî birin fermandariya cendermeyan a navçeyê.

Hat zanîn ku her 4 kes ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ku hevserokê rêxistina Pîranê yê DEM Partiyê û kesek din piştî karûbarên îfadeyê hatine berdan û karûbarên îfadeyê yên 2 kesên din jî berdewam in.