Li Wanê dayîkek û zarokê xwe ji ber gaza sobeyê bi jehrî ketin

06-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Gaza Sobeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgirê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê dayîk û kurê wê yê 9 salî bi gaza sobeyê bi jehrî ketin.

Li gundekî ku 15 kîlometreyan ji navenda Bêgirê dûr îro berê sibeh ji ber gaza ji sobeyê derketî Aygula Sari ya 45 salî û kurê wê Sebrî Sari yê 9 salî bi jehrî ketin.

Piştî ku rewşa tendirustiya dayîk û zarokê 9 salî xirab bû, gundiyan tîmên tenduristiyê ji rewşê agahdar kirin.

Rêya gund ku ji ber berfê hatibûn girtin piştî 2 demjimêran hat vekirin.

Tîmên tenduristiyê dayîk û zarok veguhastin Nexweşxaneya Bêgirê ya Dewletê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst