PWK: Bikaranîna mafê dersa Kurdî wazîfeyeke neteweyî ye

06-02-2024
RÛDAW
Nîşan Kampanyaya Dersa Kurdî PWK Zimanê Kurdî Dersa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bangî malbatên Kurdan kir ku zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê de dest pê kir.

Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî dê heta 12ê Sibatê berdewam bikin.

PWKyê di peyamekê de bangî malbatên Kurdan dike ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.

“Mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî bingehîn e”

PWKyê diyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî bingehîn, rewa û meşrû yê miletê Kurd e û got:

“Dewleta Tirkiyeyê ev 100 sal e ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî qebûl nekiriye û zimanê Kurdî wek zimanekî fermî nehatîye qebûlkirin.

Kurdî di Qanûna Bingehîn û hemû qanûnên Dewleta Tirkiyeyê de hîn jî qedexe ye.

Lê belê, her çiqasî hemû pêwîstiyên wê ji alîyê dewleta Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn jî ev e 12 sal e ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di perwerdehiyê de dersên Kurdî wek dersên bijarte hatiye danîn.”

PWKyê bi bîr xist ku dersa bijarte ango dersa zimanê Kurdî li hemû dibistanan ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8ê mafek e û niha dema serlêdanê wî mafî  dest pê kiriye û dê heta 12yê sibata 2024ê berdewam bike.

“Girîngiyê bi dersa Kurdî bidin”

PWKyê ji malbatên Kurd xwest ku girîngiyê bidin dersa Kurdî û got:

“Bikaranîna vî mafî wek wazîfeyeke neteweyî ye jî li ser milên hemû malbatên Kurdan.

Zarokên Kurdan paşeroja miletê Kurd in. Her kês û firsendeke ku ji bo fêrbûna zimanê Kurdî, firsenda hûnandina pêşeroja miletê Kurd e.

Em wekî miletê Kurd divê ji aliyekî ve ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zamanê Kurdî û fermîkirina zimanê Kurdî xebatên xwe bimeşînin lê ji aliyê din ve jî divê em zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de jî qeyd bikin.”

Divê gavên pêwîst bên avêtin

PWKyê herwiha diyar kir ku ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê Kurdî li dibistanan ji destpêka pola yekê heta pola 12yê bê dayîn divê gavên pêwîst bêne avêtin û di vî warî de ew dê têbikoşin got:

“Em wekî Partiya Welatparêzên Kurdistanê bangî malbatên Kurdan dikin ku ji bo zarokên we fêrî zimanê dayîka xwe bibin, di nav beşa Ziman û Zaravayên Zindî de zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirdkî/Zazakî) hilbijêrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst