Nêçîrvan Barzanî pesnê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr da

06-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Koreya Başûr Herêma Kurdistanê Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi Konsolê Giştî yê Koreya Başûr ê Herêma Kurdistanê Songchol Lim û Serokê Saziya KOICAyê Ko Hiseok re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de pesnê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr daye.

Li gorî daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha bipêşvebirina çalakiyên KOICAyê yên li Herêma Kurdistanê hat nirxandin ku bi salan e alîkariyê dide Herêma Kurdistanê û projeyên cuda amade dike.

Nêçîrvan Barzanî pesnê kar û xebatên KOICAyê yên li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Koreya Başûr re da.

Barzanî kar û xebatên Tîma Leşkerî ya Zeytûnê ya Koreya Başûr bi bîr anîn ku 20 sal in li Herêma Kurdistanê berdewam dikin û da zanîn ku ev kar û xebat pêwendiyên her du aliyan bihêztir dikin.

Li aliyê din, mijarên wekî “pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê” û “rewşa Îraq û herêmê” jî di vê hevdîtinê de hatine gutftûgokirin.

Nêçîrvan Barzanî û Songchol Lim

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst