Li Erzirom, Erdexan û Qersê ji ber berfê rêyên 909 gundan hatin girtin

06-02-2024
RÛDAW
Nîşan Berf Girtina Rêyên Gundan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom, Erdexan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê û keşûhewayê rêyên 909 gund û cihên niştecihbûnê hatin girtin.

Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê sermayeke zêde heye û berf berdewam dike.

Li Erziromê barîna berf û pûkê berdewam dike û ji ber vê yekê rêyên 667 gundên deverên çiyayî hatine girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi kar û xebatan kiriye.

Ji ber rewşa keşûhewayê li parêzgeha Qersê jî rêyên 22 gundan hatine girtin.

Tîmên îdareyên taybet ên wê parêzgehê kar û xebatên vekirina rêyan didomînin.

Li Erdexanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Berf li parêzgeha Erdexanê jî berdewam dike û ji ber berfê jiyana rojane zehmettir bûye.

Parêzgariya Erdexanê ragihand ku li tevahiya parêzgehê ji ber berf û pûkê pirsgirêkên çûn û hatinê çêdibin.

Li wî bajarê Bakurê Kurdistanê bi biryara parêzgariyê îro hemû dibistan hatin girtin û karmendên ducanî û astengdar dê neçin kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst