AMED – Li ser kavilên Galeriayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin

06-02-2024
Nîşan Amed Diyar Galeria Erdhej Bibîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê li ser kavilên avahiya Diyar Galeriayê, saet 04:17an merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.

6ê Sibata 2023yan di erdhejên ku navenda wan Mereş bû de 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xisareke zêde dît.

Li gorî amarên fermî, 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Herwiha van erdhejan bandoreke rasterast li 14 milyon kesan kir.

Yek ji bajarên ku erdhejên Mereşê bandor lê kiribû jî Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Li Galeriayê 89 kes mirin

Li gorî amarên fermî, li Amedê 411 kesan ji ber erdhejên 6ê Sibatê canê xwe ji dest da.

Avahiya Diyar Galeriayê yek ji wan cihan bû ku li Amedê xisareke zêde dît û li vê avahiyê 89 kesan canê xwe ji dest da.

Îro saet 04:17an li ser kavilên avahiya Diyar Galeriayê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.

Xizmên kesên ku di erdhejan de mirine, nûnerên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdarî vê merasîmê bûn.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci jî merasîm li cihê wê şopand.

Li ser kavilên Diyar Galeriayê mûmik hatin pêxistin û xelkê qerenfîl danîn ser kavilan.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî tevî merasîma bibîranînê bû û li vê derê axaftinek kir.

“Me 12 rojan cenazeyên xwe nedîtin”

Dayîkeke bi navê Huriyet jî tevî merasîmê bû û ji Abdulselam Akinci re axivî:

“Malbateke me li vir rehmet kir. Dişa min, zarokê xwe, bûka xwe û lawê xwe, pênc kes di bin Galeriayê de man.

Me 12 rojan cenazeyên xwe nedîtin. Em par vê saetê hatin, din bin kavilan de bûn. Me telefon kir, telefona wan derneket.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst